Hat îddîakirin dayikek 3 zarokên xwe kuşt

Hat îddîakirin dayikek 3 zarokên xwe kuşt

Li Edenê di malekê de 3 zarokên ku qirika wan hatibû jêkirin hatin dîtin. Polês li ser îhtîmala ji teref dayika ku dînoyî bûye ve kuştina zarokan radiweste.

Hat îddîakirin li Edenê kesa bi navê Selma C. ya ku dînoyî bû 3 qirika 3 zarokên xwe jê kir û ew kuştin.

Bûyer li Taxa Geçîtlîya navçeya Yuregira Edenê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Cabbar C.yê ku mêrê jinikê yê berê yê Selma C.yê bû hat malê û li derî da; lê belê tu kesî derî lê venekir. Cabbarê ku hesa tu dengî ji hundir nedikir bi alîkarîya hevalekî xwe derî şikand û têkete hundir.

Cabbarê ku ket hundirê malê dît ku zarokên wî yên bi navê Mehmet Emînê 10 salî, Semanûra 8 salî û Mahmutê 4 salî hatine kuştin û xanima wî ya berê jî kêrê daye zendê xwe û bêhişt ketiye.

Cabbarî ji ber bûyera ku dîti hişê xwe winda kir, heval û cîranên derdorê hewl dan Cebbarî haş bikin.

Piştî ku xeber hat dayîn re polês û yekîneyên tenduristîyê hatin cihê bûyerê. Selma C.ya ku zendê wê jê kirîbûn hat rakirin nexweşxanê.

Tê îddîakirin dayika bi navê Selma C. ya ku dînoyî bû pêşî qirika her 3 zarokên xwe jê kirin û dû re kêrê da zendên xwe da ku întîhar bike.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.