HDPya ku mafên zarokan teleb dike, îstîsmara zarokan a ku ji teref PKKê ve tê kirin nabîne

HDPya ku mafên zarokan teleb dike, îstîsmara zarokan a ku ji teref PKKê ve tê kirin nabîne

Di peyama ku ji ber minasebeta Roja Micadeleya Karkerîya Zarokan a Cîhanê ji teref HDPê ve hat weşandin de ew îstîsmara zarokan a ku ji teref PKKê ve tê kirin nehat dîtin ûher wisa HDPê xwe li dijî vê yekê ker û lal kir .

Ji teref HDPê ve ku ji ber minasebeta Roja Micadeleya Karkerîya Zarokan a Cîhanê peyamek hat weşandin. Di peyama ku bi sernava “Cihê zarokan ne fabrîka û zevî ne, cihên wan park û mekteb in” hat weşandin de ew zarokên ku ji teref PKKê ve hatine revandin, hatine çekdarkirin û di çalakîyên çalan de hatin kuştin nedît ku ev yek di nav raya giştî de wek “durûtî”yê hat wesfandin.

Di peyama ku ji teref HDPê ve hat weşandin wisa hat gotin: “ AKP, wan zarokên me yên ku divê li parkan ji xwe re bilîzin, biçin mektebê û li pirtûkxaneyan bixebtin wek hêza kar a erzan dibîne û rê vedike ku ev zarok bên dîlstandin. Em wan zarokên ku hêj di destpêka jiyana xwe de mecbûr tên hiştin bixebitin û di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest didin bi hûrmet bîr tînin û em bang li raya giştî dikin da ku di vî warî de gavin bên avêtin da ku dawî li karkerîya zarokan û mirinê ji ber vê yekê pêk tên, bê anîn.”

HDP ji alîyekî ve derheqê zarokan de vê daxuyanîyê dide û ji alîyê din ve jî zordarî, zilm, revandinên ku ji teref PKKê ve di warê zarokan de tên kirin nabîne, bi gotineke din xwe li hember vê yekê ker û lal dike.

PKKyê ku ev bû nêzî 40 salî ji pevçûn, xwîn, rondikên çavan pê ve tu tiştî neda Kurdan ji alîyekî ve zarokan ji malbatên wan dûr kir û ji alîyê din ve pîrekan ji malbatên wan dûr kir û dibe sedema tahrîbateke mezin û bêexlaqîyê.

Berî niha çendîn caran di raportên ku ji teref sazîyên çavdêrîyê yên navneteweyî ve hatin amadekirin de derket holê ku PKKya zordest û zordar, him li Tirkîyê û him jî li Sûrîyê zarokan di pevçûnan de bi kar tîne ku ev yek berî niha jî dihat zanîn û hêj berdewam dike. Rêxistina ku ev bû 40 sal, êş û elemeke mezin bi Kurdan dide kişandin, zarokên dê û bavan ji wan distîne û wanan îstîsmar dike.

PKK êrîşa xwe ya çekdarî ya ewil di sala 1984an de li Erûha Sêrtê kir û ji vê tarîxê vir ve di êrîşên xwe yên çekdarî de bû sedema mirina bi hezaran însanên bêsûc û bêguneh.

PKK û ew rêxistinên ku şaxên wê ne, ji sala 2005an pê ve di bin banê Yekîtîya Civakan a Kurdistanê de bûn yek. Ev rêxistina ku bi navê KCKyê tê nasîn; li Tirkîyê di bin navê PKKê de, li Sûrîyê di bin navê PYDê û YPGê de, li Iraqê di bin navê PÇDKyê de û li Îranê jî di bin navê PJAKê de xebatên xwe domand.

PKK di pevçûn û şeran de zarokan dê pêş û ew bi kar anîn

PKK li ser îdeolojîya Markîst-Lenîst hat damezrandin.  Piştî demekê PKKê ji xwe pêve tehemûlî hebûna tu kom û camîayan nekir.  PKK digel vê zordarî û zordestîya xwe dest bi înfazên navxweyî kir û her wisa berê xwe da wan kom û camîyên din ên ne ji wan bûn. PKK her wisa li hember sîwîlan dest bi çalakîyan kir, sîwîlan qetil kir, mecbûr hişt ku sîwîl wargehên xwe terk bikin. Dîsa ev rêxistin zarokên bêsûc û bêguneh di pevçûnan de bi kar anî.

Ew zarokên ku ji teref PKKê ve di şer û pevçûnan de dihatin bikaranîn cara ewil di sala 2010an de ketin rojeva civaka navneteweyî. Di vî warî de raporta ku li Danîmarkayê ji teref rojnameya Berlîngske Tîdendeyê ve hat weşandin bû tesîrdar. Di raporta ku hat weşandin de dihat diyarkirin di kampên PKKê de nêzî 3 hezar zarok hene û zarokên ku emrê wan di navbera 8-9 salan de ne bi xwe jî perwerdehîya bikaranîna çek û teqemenîyan dibînin.

Ev çalakîyên PKKyê ku zarokan di pevçûnên çekdar de bi kar tîne ket rojeva UNICEFa Fona Alîkarîyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî jî. UNICEF di daxuyanîya xwe ya ku di 1ê Hezîrana sala 2010an de weşand de  destnîşan kir; PKK di şer û pevçûnan de zarokan bi kar tîne ku ew ji ber vê yekê gelek zêde bi fikar in.

PKK ji sala 1994an vir ve zarokan bênavber bi kar tîne

Tê diyarkirin PKKyê ku ji sala 1994an vir ve bi şikleke berdewam zarokan bi kar tîne bes li Tirkîyê bi hezarana zarokên biçûk xistiye nav sefên xwe. Tê zanîn zarokên ku emrê wan di navbera 15-18an de exlebeyê kadroyên PKKê; ne.& Di xebateke ku di sala 2012an hat kirin de tê diyarkirin di navbera salên 2001- 2011an de hezar û 362 endamên rêxistinê hatine kuştin. Ji sedî 33,41ê van kesên ku hatine kuştin emrê wan di navbera 16-18an de, ji sedî 9,25ê emrê wan di bin 15 salî de ye. Li gorî raportê kesên ku di nav rêxistinê de ne û emrê wan herî biçûk e kesên 9 salî ne û di sala 2013an de ji sedî 36ê kesên ku beşdarî rêxistinê bûne zarok in. PKK van zarokan ji bo armancên xwe yên cûrbecûr bi kar tîne û ev yek eşkere ye. Her wisa tê zanîn ku PKK ji van zarokan komeke çekdarî jî saz kiriye.

Dayikên wan zarokên ku ji teref PKKê ve hatine revandin çalakîyên rûniştinê kirin

Digel temamê bertek û reaksîyonan PKK dîsa zarokan di pevçûnan de bi kar anî û hêj bi kar tîne. Çalakîya rûniştinê ya dayikan a ku di sala 2014an de li Diyarbekirê hat kirin bes yek ji wan bertekan bû li dijî PKKê hat nîşandan. Dayikên ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatin revandin ji bajarên cûrbecûr hatin Diyarbekirê û çalakîya rûniştinê dan destpêkirinç Dayikên ku ji PKKê te bertek nîşan dan, destnîşan kirin, bila zarokên wan ên ku emrê wan di navbera 14-15an de ye bên berdan û azad bibin.

Di heman dîrokê de derket holê ku 2 xwendekarên temena wan 15 sal bûn û li Diyarbekirê mektebê dixwandin ji teref PKKê ve hatin revandin serê çiyê. Piştî meseleya ku pêk hat re malbatên zarokan berê xwe dan avahîya HDPê. Dû re jî malbat li ber Şaredarîya Bajara Mezin rê girtin û temsîlkarek li ser navê malbatên ku zarokên wan hatine revandin axavtinek kir. Temsîlkar di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir  ji bajarên cûrbecûr tevde 76 malbatên ku zarokên wan ji teref PKKê ve hatine revandin li Diyarbekirê çalakî dane destpêkirin.

Dema ku çalakîya malbatan berdewam dikir Şaredarîya Bajara Mezin  çend caran teşebûs kir ku malbatan belav bike û dawî li çalakîyan bîne. Lê belê digel temamê zext û geftxwarinên PKK û HDPê malbatan çalakîyên xwe domandin û di encama van çalakîyan de çend zarokên ku ji teref PKKê ve hatibûn revandin vegerîyan malbatên xwe. Lê PKKyê zordar û wehş dîsa revandina zarokan domand. Di van revandinan de tiştekî din balan kişand li ser xwe ku ew jî ev bû: exlebeyê zarokên ku dihatin revandin ne law, qîz bûn. Walîyê Rihayê Îzzedîn Kuçuk di 10ê hezîrana sala 2015an de destnîşan kir “ Di nav 6 mehên dawî de li herêmê 3 hezar zarok hatin revandin. Bes li Pirsûsê 400 zarok winda bûn.”

Demîrtaş: “Zarok bi riza xwe derdikevin li ser çiyê”

Di wê heyama ku tê de zarok  ji teref PKKê ve dihatin revandin de Hevserokê Giştî yê HDPê Selahadîn Demîrtaşê ku parêzvantîya rêxistinê de dikir destnîşan kir zarok bi riza xwe beşdarî rêxistinê dibin. Demîrtaş her wisa diyar dikir “ Zarok bi dilê xwe û bi riza xwe derdikevin li serê çiyê.” Lê di rastîyê de riza zarokan tunebû. Lewra ew zarokên ku beşdarî PKKê dibûn di bin zext û zordarîyê de bûn û hest û ramanên wan dihat îstîsmarkirin ku ji ber vê yekê ev yek nedibû îrade. Civaka navneteweyî wê rizaya ku bi cebîr, zordarî û xapandinê qebûl nake. Wekî din dema ku ew kesên ku beşdarî rêxistinê dibin dema ku bixwazin ji rêxistinê biveqetin tên astengkirin, tên kuştin ku ev yek jî nîşan dide ku di bî karî de riza û îrade tune ye.

PKK di wan pevçûnên li Sûrîyê de zarokan bi kar tîne

PKK nexasim di roja me de û nexasim di wan pevçûn û şerên li Sûrîyê de zarokan bi kar tîne. Ev yek di raporta Human Rights Watcha ku Rêxistina Şopandina Mafên Însanî de jî xwe nîşan da. Li gorî raportê PKKê zarokên ku temena wan di bin 18 salan de ye, di fealîyetên keşfê, nobedarî û pevçûnên çekdar de bi şikleke çalak bi kar tîne.Zarokên ku tên revandin exlebe temana wan di bin 15 salan de ne bi zorê di nav sefên PKK/PYD/YPGê de şer dikin û ev yek ji teref rêxistinê ve tê kirin. Ev rewşa zor û zordarîyê ya ku ji teref PKKê ve tê kirin ji teref sazîya bi navbê Kurd Watchê ku xweser e û li herêma Kurdan xebatê dike ve jî hat tespîtkirin. Li gorî Kurd Watchê zarokên biçûk bêyî ku riza malbatên wan hebin tên çekdarkirin û tên şandin pevçûnan.

Ev rewşa ku qala wê tê kirin nexasim li Kurdistana Sûrîyê li wan herêmên ku di bin kontrola PYD/YPGya ku şaxa PKKê de ne bi şikleke çalaktir û bênavber tê kirin. Rêxistin li wan herêmên ku di bin kontrola wê de ne zorê li malbatan dike, gefê li wan dixwe û zarokên wan ji wan distîne. Rêxistin vê yekê exlebe bi revandin, gefxwarin û rêbirînan dike.

PKK/PYD ji teref hêzên emperyal ve tê destekirin

PKK ji teref hêzên emperyal ên mîna Amerîka û welatên Ewrûpayî ve ji hêla leşkerî û lojîstik ve tê destekkirin. PKKyê ku ji teref emperyalîstan ve tê destekkirin her ku diçe zext û zordarîya xwe ya li ser xelkê zêde dike û hejmara zarokên di nav sefên xwe de zêde dike. Zarokên xelkê Kurdê Misliman ji alîyekî ve di oxira îdeolojîya Markîst-Lenîst de tên qurbankirin û ji alîyê din ve jî li herêmê wek hêzên emperyalîstan tên bikaranîn.

PKK bû sedema bêexlaqî û temamê xerabîyan

PKKyê ku di her warî de zirarê da xelkê Kurd, di warê xerabûna nesl û exlaqê de jî tahrîbatên mezin kirin ku vê yekê jî revandin û derxistina serê çiyê ya qîzên Kurdan kir. PKK bi vê yekê darbeyeke mezin li namûsa Kurdan da û ji bo namûs û bawerîya Kurdan xera bibe û zirarê bibîne ket nav hewldaneke mezin. Di heyamên ewil ên komarê de ev qas tahrîbat pêk nehat.  Bi gotineke din komare di vî warî de bi ser neket. Lê belê di warê îfsadê de wê rêya ku ji ber komarê mabû ji teref PKKê ve wek wezîfe hat hesibandin û di nav Kurdan de tahîrbateke mezin hat pêkanîn ku di vî warî îfsada herî mezin ji ser pîrekan hat kirin.

PKK bi jiyana tevlîhev a pîrek û zilaman a li serê çiyê darbeyeke mezin li jiyana Kurdan da û dû re bi derfetên şaredarîyan û bi navendên ku hatin vekirin û bi bernameyên ku hatin tertîpkirin zarokên Kurdên Misliman ji eslê wan dûr kir. Di netîceya xebatên îfsadê yên PKKê de hinek komên pîrekan derketin holê û gotin ‘Em ne namûsa tu kesî ne, azadîya me namûsa me ye.’ PKKyê ku wek hêmaneke emperyalîzma çandî hereket kir bû sedem ku li Kurdistanê di warê exlaq û çandê xerabûn û tahrîbateke mezin pêk bê.

Ev rastî û heqîqetên derheqê PKKê de wek rojê him ji teref HDPê û him jî ji temamê raya giştî ve baş tê zanîn. Lê belê ew HDPya ku di peyama xwe de gotibû “ AKP, wan zarokên me yên ku divê li parkan ji xwe re bilîzin, biçin mektebê û li pirtûkxaneyan bixebtin wek hêza kar a erzan dibîne û rê vedike ku ev zarok bên dîlstandin. Em wan zarokên ku hêj di destpêka jiyana xwe de mecbûr tên hiştin bixebitin û di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest didin bi hûrmet bîr tînin û em bang li raya giştî dikin da ku di vî warî de gavin bên avêtin da ku dawî li karkerîya zarokan û mirinê ji ber vê yekê pêk tên, bê anîn” li hember zordarî û cinayetên ku di warê zarokan de  ji teref PKKê ve hatine kirin û hêj tên kirin re bêdeng ma.

Ew sazîyên civaka sîwîl ên ku nêzî HDPê ne xwe li kerritîyê dideynin û qet dengê xwe dernaxin. Di serê van sazîyan de ÎHDya Komeleya Mafên Mirovan e û Baroya Diyarbekirê tên ku ev sazî li dijî van revandin û bikaranîna di şer de ya ji teref PKKê ve re qet deng dernaxin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.