HDPyîyan êrîşî HUDA PARîyan kirin

HDPyîyan êrîşî HUDA PARîyan kirin

Li bajaroka Baglara Amedê dema ku HUDA PARîyan afîşên namzetê xweser Zekerîya Yapicioglu didaliqandin HDPyîyan êrîşî wan kirin.

Li gor agahîyan li dor seat 22.00an de  li taxa Selahaddînê Eyyûbî ya bajaroka Baglarê dema ku HUDA PARîyan afîşên namzetê xweser Zekerîya Yapicioglu bi dîwaran ve dizeliqandin, kesên HDPyî  heqaret li  HUDA PARîyan kirin.

 Kesen HDPyî bîskekê heqaretên xwe li dijî HUDA PARîyan domandin û pişt re jî heqaretê  li muqadesatê û Peyva Tewhîdê kirin. Ji ber vê yekê yên taxê jî  bertek nîşanî HDPyîyan dan .Di navbera kesên HDPyî û yên ku li taxê rûdiniştin de pêvçûn derket. Di pêvçûnê de 2 kes birîndar bûn.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.