HDPyiyan hewil dan pîrekên bi çarşef ji mala taziyê derbixin

HDPyiyan hewil dan pîrekên bi çarşef ji mala taziyê derbixin

DÎLOK - Hat hînbûn di mala taziyeya ku Hevserokê HDPê Selahadîn Demîrtaş beşdar bûbû de kesên HDPyî hewil dan pîrekên bi çarşef ên ku hatibûn mala şînê wek ‘DAIŞîst’ nîşan bidin û hewil dan wan ji cihê taziyê derbixin derve.

Têsîra êrîşa Entabê hêj di rojevê de ye ku di vê pêvajoyê de helwestên HDPê yên di dema definkirina cenazê û di dema serdana taziyê de balan dikşîne li ser xwe.Derket holê kesên HDPyî, pîrekên bi çarşef ên ku hatibûn mala şînê wek DAIŞîst nîşan dane û hewil dane wan ji mala şînê derbixin derve.

Bûyer di dema serdana taziyê ya Waliyê Entabê Alî Yerlîkaya û Seroka Şaredariya Mezin a Entabê Fatma Şahîn de hat hînbûn.Li gor agahiyan, pîrekan di dema ziyaretê de gazî û giliyên xwe ji wan re anîne ziman.

Di dema ziyareta ku hat kirin de pîrekeke ku naskirîyên wê yê bi çarşef ji teref  HDPyiyan hewil hatiye dayîn da ku ji cihê taziyê bê derxistin derve, gazî û giliyên xwe ji Fatma Şahîn re anî ziman.Pîrek ji Şahînê re destnîşan kir kesên HDPyî wan pîrekên bi çarşef wek DAIŞîst nîşan dan û hewil dane wan ji cihê taziyê derbixin û ji ber vê yekê jî li wê derê munaqeşe derketiye.

Pîrekên ku ji helwesta HDPê re bertek nîşan dan di derbarê mijarê de wiha axivîn: “Naskiriyên me jî şehîd bûn, ji me jî şehîd hene.Ji wan re gotin hûn DAIŞîst in.Ev bûyer dema ku Selahedîn Demîrtaş hat pêk hat.Ew bû sedem ku ev bûyer biqewime.Li wê derê munaqeşe derket.”(ÎLKHA)




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.