HDPyîyan li ser xelkê reşandin: 2 şehîd
Li gundê Xanikê yê ku girêdaye Hezexeya Şirnaxê ye ,HDPyîyan li ser xelkê gund de gule reşandin. Di encama gule reşandina HDPyîyan de 2 endamên HUDA PARê hatin şehîd kirin.
HDPyîyên ku bi hinceta xebatên hibijartinê çûbûn gunde Xanikê ya girêdayê navçeya Hezexê li gund gengeşî derxistin û bi çekên xwe re li ser xelkê gund reşandin. Di encama reşandinê HDPyîyan de 2 kesên ku hat diyar kirin endamên HUDA PARê ne hatin şehîd kirin.
Li gor agahîyên ku hatine bi dest xistin ,Mehmet Şerîf Şîmşek û A. Celîl Talayhan ên ku di erîşa HDPyîyan de birîndar bûbûn li nexweşxaneya Niseybînê şehîd bûn.
Hat diyar kirin ku gengeşî hêj jî li gund didome. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.