“Heger em edaletê saz bikin ev memleket ê biratî û hizûrê bibîne”

“Heger em edaletê saz bikin ev memleket ê biratî û hizûrê bibîne”

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahîn, li Mereşê bi temsîlkarên Saziyên Sivîl yên Civakî û mensûbên çapemenîyê re hat cem hev û îfade kir ku heger edalet bê sazkirin Tirkîye dê hizûr û biratîyê bibîne.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saîd Şahînê ku ji bo beşdarî kongra partîya xwe bibe hatibû Mereşê bi temsîlkarên Sazîyên Sivîl yên Civakî û mensûbên çapenenîyê re di bernameya taştê de hat cemhev.

Şahînê ku li vir xîtabî beşdarvanan kir, di serî de bal kişand ser edalet û xerabîya di nava civakê de.

“Li ser cudahîyan tevlihevî û alozî tên çêkirin”

Şahîn, destîşan kir ku dixwazin li ser cudahîyan tevlihevî û alozîyê çêbikin û wiha got: “Îslamê mafekî berfireh daye van cudahîyan û heqê jiyanê daye wan. Îslamê mafê jiyanê daye van cudahîyan. Di vî warî de em Îslamê dixin navenda hertiştî. Lewra em partîyeke wisaye ku me Îslam ji xwe ra kiriye referans. Ji ber ku me Îslam xistîye navenda jiyanê, em çûyîna bal birayên xwe ji xwe re dikin armanca yekem. Hatina cem hev ya bi hêlên Misliman re li gor me dewlemendîyek vî memleketîye. Em çûnin cem Kemalîstên vî memlektî jî. Çima em diçin? Lewra ew jî qismekî vî memleketî ye. Divê em li ser tiştên erênî bibin yek. Ji xwe cudahîyên vî gelî ji hev hatine dûrxistin û dixwazin rageşîyê derxin. Dixwazin li ser cudahîyan tevlihevî û alozîyê çê bi kin. Ji bo em destûrê nedin alozî û rageşîyê divê em tev li ser tiştên erênî û civakê werin cem hev.”

Şahîn, di berdewama axaftina xwe de  îfade kir ku lazim e cudahî wek sedemên alozî û rageşîyê neyên dîtîn û wiha got: “Binerîn Sûrî mînake ke li ber çavên me ye. Sûrye ji ber cudahîya ji hev hatin dûrxistin û hilweşîya, vaye li ber çavaye. Li Sûrî tenê kesên Misliman can nedan, ji welatên xwe dûr nebûn. Li Sûrî kesên Demokrat, Çep û Xiristîyan jî mirîn. Van teva heman êş û elem dîtîn. Kesên li memleketên xwe li hev silav nedikirin û hevdû wek neyaran didîtin dema ji welatên xwe bûn bûn penamber hê nû hevdû fêm kirin.”

“Heger em edaletê saz bikin ev memleket ê biratî û hizûrê bibîne”

Şahîn, îfade kir ku li vî memleketî tiştê herî hewce pê heye edalet e û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em wek parîyê bi taybetî li ser hewceyê umetê hatin damezrandin. Dema me partîya xwe damezrandin me di serî de însan xistin navendê. Lewra me dît ku li vî memleketî tiştê herî hewceyî pê heye edalet e. Heger edalet bê sazkirin wê cudahîyê nebe pirsgirêk. Heger li memleket edalet bê sazkirin wê çaxê wê miletê Îbrahîm bê sazkirin. Heger em bikaribin vê yekê tesîs bikin wê li vî memleketî biratî, aramî, ewlehî û hizûr bê tesîsîkirin. Wê çaxê emê bikaribin pêşeroja vî memleketî têxin bin temînatê.”

“Li ser navê edaletê hin gav tên avêtin lê belê divê di cî de mexdûrîyetên 28ê Sibatê bên çareserkirin”

Şahîn, di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku lazim e ji bo edalet bê tesîskirin heman kes vî karî ji xwere bikin dert û wiha got: “Ev yek jî wezîfame teva ye û divê em tev ji bo vê yekê bixebitin. Divê em wek saziyên civakî yên sivî, wek çapemenîyê ji bo edalet bê sazkirin em bixebitin. Heger em micadela vê yekê bidin emê karibin werin cem hev. Dema em werin cem hev emê pêşeroja vî memleketî înşa bikin. Ji bo em vê yekê înşa bikin jî lazim e em mexdûrîyetên ji do heta îro hatine kirin bibînin. Divê em mexdûrîyetan yek biyek tesbît bikin û bi wan mexdûrîyetana dest bi tesîskirina edaletê bikin. Di serê van mexdûrîyetan de mexdûrên 28ê Sibatê tên. Mexdûrîyetên 28ê Sibatê ji mexdûrîyetên vî memleketî yên herî mezin e. Em behsa mexdûrîyeta 600 însanî dikin. Ev kes bi dê û banê xwe, zarok û malbatên xwe hejmara wan derdikeve sed hezaran. Li ser navê edaletê hin gav tên avêtin lê belê divê di cî de mexdûrîyetên 28ê Sibatê bên dîtin û bên çareserkirin. Ji bîlî veya divê di warê civakî, sîyasî û aborîyê de edalet bê sazikirin.”

ÎLKHA






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler