Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 407 kesan

Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 407 kesan

Ji ber erdheja bi şideta 7.3yan a ku li Silêmaniyê wek navend çêbû,li Kurdistana Iraq û li Îranê hejmara kesan jiyana xwe ji dest dan gihaşt 407 kesan.

Berî vê du rojan 32 kîlometre li başûre rojavayê Helepçeya Kurdistana Iraqê di saetên şevê de erdejeke bi şidet pêk hat. Di encama erdhejê de li Kurdîstana Îran û Iraqê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihaşt 407 kesan û hat ragihandin ku hejmara kesên birîndar jî gihaşt 6 hezar kesan.  

Li gor agahiyên ku ji teref rayedarên Îranî ve hatin dayîn, bi sedem erdheja bi şideta 7,3yan li Îranê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihaşt 400 kesan. Hat îfadekirin ku di erdhejê de heta niha 5 hezar û 953 kes jî birîndar bûne. Hat îfadekirin ku her ku enqaz tên rakirin ji zêdebûna mirî û birîndaran metirsî tê kirin.

Hat diyarkirin ku li devera Kirmaşana Îranê ji ber erdhejê heta niha 70 hezar kesan malên xwe terk kirine.

3 rojan şîn hat îlankirin

Ji ber erdhejê li derdora navçeya Derbendîhana Silêmaniyê gelek mal û avahî hilweşiyan. Li 8 gundên Silêmaniyê û li bendava Derbendîhanê de xisarek mezin çêbû. Li deverê ceyran qut bû, xeta telefon û înternetê jî hat birîn. Deverên der dora bendava Derbendîhanê hatin valakirin. Li gor beyanata ji teref  Walîtiya Wîlayeta Derbendîhanê hat dayîn, ji ber erdhejê 3 rojan şîn hat îlankirin.     

Bi tevahî hejmara kesên mirî: 407 kes e

Li gor beyanatê ji teref raydarên Îranî ve hat dayîn, li Îranê 400 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar û 953 kes jî birîndar bûne. Li Kurdistana Iraqê jî heta niha 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 425 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.