Hejmara qezayên cejnê: 66 mirî, 8 hezar û 352 birîndar

Hejmara qezayên cejnê: 66 mirî, 8 hezar û 352 birîndar

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya diyar kir ku di cejnê de di 4 hezar û 998 qezayan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 hezar û 352 welatî jî birîndar bûne.

Wezîr Yerlîkaya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da diyar kir ku di 8emîn roja cejnê de 628 qezayên trafîkê rû dane.

Wezîr Yerlîkaya di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir qeraxa trafîkê dîsa dest bi zêdebûnê kiriye û got.

"Di roja 8emîn a cejnê da 628 qezayên trafîkê qewimîn. 382 hezar û 467 wesayit hatin kontrolkirin. Li ser 25 hezar û 215 wesayîtan xebatên lez û radarê, li 34 hezar û 407 wesayîtan jî tedbîrên din hatin kirin. Di 8 rojên ewil ên cejnê de ji 4 hezar û 998 qezayên trafîkê pêk hatin "66 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û 8 hezar û 352 welatiyên me jî birîndar bûn." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.