Heke Quds biçe, emê Kabeyê jî winda bikin

Heke Quds biçe, emê Kabeyê jî winda bikin

Serokomar Erdogan di merasîma Xelatên Necîp Fazil de axifî û got: “Dema Quds biçe, emê nikaribin Medîneyê biparêzin. DemaMedîne biçe emê nikaribin Mekkeyê biparêzin û dema Mekke biçe, wê kabe jî ji dest me biçe."

Serokomar Recep Tayyip Erdogan beşdarî merasima bi navê Xelatên Necîp Fazil a ku ev sala çaremîne ji teref rojnameya Starê ve tê tertîpkirin bu.

Bernameya li Pêşangeha Lutfî Kirdar hat tertîpkirin ji alema çand, huner û wêjeyê gelek dawetvan beşdar bûn. Alîkarê Serokwezîr Hakan Çavuşoglû, Wezîrê Gihandin Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Numan Kurtulmuş û Parlementerê Eskîşehîrê û nivîskar Nabî Avci beşdarî bernameyê bûn. Berya xelat bên belavkirin, Serokomar Erdogan axaftinek kir.

Erdogan destnîşan kir ku dîxwazin bi Qudsê re temamê Mislumanan têxin bin tesîra xwe. Em le hember vê gavê bêdeng neman û me yekemîn Zîrveya Derasayî ya Serokên Teşkîlata Hevkarîya Îslamê (ÎÎT) kom kir û wê dewama wê jî were.

Dema Quds biçe, emê nikaribin Medîneyê biparêzin. Dema Medîne biçe emê nikaribin Mekkeyê biparêzin. Ku Mekke çû, wê kabe jî ji dest me biçe”

Serokomar Erdogan behsa girîngî û ehemîyeta Qudsê kir û wiha got: “Dema Quds biçe, emê nikaribin Medîneyê biparêzin. Dema Medîne biçe emê nikaribin Mekkeyê biparêzin û dema Mekke biçe, wê kabe jî ji dest me biçe. Jibîr nekin dema em dibêjin Quds, em dibêjin Stenbol,dibêjin Îslamabat, Cakarta, dibêjin Medîne, dibêjin Qahîre, Şam û Baxda. Gotina Kabe, ji bo temamê Mislimanan wekî hebûna şeref, namûs, rûmet, heysîyet û sedama hebûnêye.Em qethiyen dev ji vana bernadin.”

Serokomar Erdogan îfade kir ku ji bo em li fermanê Xweda û emanetê ecdadên xwe, xwedî derkevin çi hewce bike emê bikin û li wiha got: “Birayên min çerxa dinyayê xerabe. Ev çerxa xerabe roj diçe wek cesedê zarokê Sûryeyî li qeraxa behrê derdikeve pêş çavên me. Ev sîstema xerabe rojekê wek xerakirin û talan kirina malên Fîlîstînîyan derdikeve pêş çavên me û ev çerxa dinyayê ya xerabe di nav behrekê de wek zarokekî Araqanî derdikeve pêş çavên me. Lê belê em bêdeng namînin.”

Serokwezîr Yildirim ji bo Mislimanê Araqanî diçe Bangladeşe

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku roja yekşemê Serokwezîr Bînalî Yildirim wê jibo dirûma Mislimanên Araqanî biçe Bangladeşê. Serokomar, bibîr xist ku berî niha xanima wî Emîne Erdogan û gelek wezîr çûbûn deverê u bi eşkere bangî Neteweyên Yekbûyî kiribûn u wisa axaftina xwe bidawî kir: “Em mikarin bêhest bimînin. Gavên em davîn hêdî hêdî encamên xwe didin. Dive ku sîstem xerab be bi lê belê em ne mecbûrin razîtîya xwe nîşanî sîstemê bidin.

ÎLKHA















HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler