1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Helepçe navê zilm û komkujîya ku ji teref zalim û mustekbîran ve hatiye kirin e
Helepçe navê zilm û komkujîya ku ji teref zalim û mustekbîran ve hatiye kirin e

Helepçe navê zilm û komkujîya ku ji teref zalim û mustekbîran ve hatiye kirin e

31 sal berê dîktatorê Iraqê li bajarê Helebçeyê ya Başûrê Kurdistanê bi gazên kîmyewî zêdetirî 5 hezar Kurdên mezlûm qetil kir.

A+A-

31 sal berê, dîktatorê Iraqê Sedam Husên, di 1988an de gazên kîmyewî yên sîyanît û xerdelê, bi ser bajarê Helebçe û bajarokên derdora wê de barandibû. Bi carekê zêdetirî 5 hezar Kurd hatibûn şehîdkirin, dora 10 hezar kes jî birîndar bûbûn.

Îro yek ji şermên herî mezin yên însanîyetê ye; lewra îro salvegera qetlîama Helebçeyê ye. Komkujiya Helebçeyê bûyerek e ku di 16ê Adara 1988an  de qewimî. Dema balafirên şer yên artêşa Iraqê bombeyên kîmyewî   barandine ser bajarê  Helepçeyêî di nava çend saetan de li Helebce û derdora wê bi hezaran Kurd mirin û bi 10 hezaran Kurd jî seqet man. Ev komkujî di nava Kurdan de bi navê 'enfal'ê jî tê bi navkirin. Enfal navê komkujiya ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejima Baas ve hatiye pêk anîn e. Zalimên dewrê dema ku ev qetlîam kirin navekî ji sûreyên Quranê li êrîşên xwe kirin.

Piştî komkujîyê gelek Kurd xwe li Tirkiye û Îranê girtin. Malzemêyên kîmyasalê ji aliyê Emrîka, Belçîka, Îngîltere, Elmanya û çend welatên mustekbîr ve ji Sedam re hatibûn şandin. Şîrketên yahûdiyan jî di veguhastina van malzemeyan de dixebitîn.

Komkujiya Helebçeyê, êrîşek ji operasyonê 'Enfalê' bû. Tê gotin ku nêzî 200 hezar Kurd, di çarçoveya operasyona Enfalê de hatine kuştin. Qetlîama han heta dereng ji aliyê camiaya navneteweyî nehat dîtin. Lewra wan zemîna vê qetlîamê hazir kiribûn. Gava ku karê Sedam xelas bû, zilamê nayêxwestin hat îlankirin û komkujiya Helebçeyê ket rojevê.

Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar Kurdan û seqet mayîna bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyewî hê jî li bajêr xwe nîşan dide.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bo bombeyên kîmyewî li Helebçê û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994'an de nexweşiya penceşêrê  ji sedî 800 zêde bû. Her wiha ji ber bombeyên kîmyewî nexweşiyên jinan çar qat zêde bû û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qiril, kezeb û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kes jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kîmyewî, zarokên nû tên cîhanê tehdîd dike.

Ji berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn a dîroka nêz  Sedem Huseyn û Elî Hesen Ebdelmecîedê bi navê 'Eliyê Kîmyewî' bûn. Her du hatine girtin û Sedam Huseyn di 31'ê kanûna pêşîn a 2006'an de hat bidarvekirin û Eliyê Kîmyewî jî di 25'ê kanûna paşîn a 2010'an de hat daleqandin.

ÎLKHA

Bu haber toplam 737 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.