Henîyye: Heta dorpêç neşike dê Meşên Vegerê yên Mezin bi dawî nebin

Henîyye: Heta dorpêç neşike dê Meşên Vegerê yên Mezin bi dawî nebin

Serokê Yekîneya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye di merasîna cenazê ya Şehîd Ehmed Omer de axivî û destnîşan kir heta dorpêç neşike dê Meşên Vegerê yên Mezin bi dawî nebin.

Xortê Filistînî yê bi navê  Ehmed Omer doh di êrîşên siyonîstên terorîst de şehîd bû. Serokê Yekîneya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye di merasîna cenazê ya Şehîd Ehmed Omerê ku di êrîşa siyonîstan de şehîd bû de axivî û destnîşan kir heta dorpêç neşike dê Meşên Vegerê yên Mezin bi dawî nebin.

Henîyye di berdewama axavtina xwe de wiha got: “ Xelkê Filistîn li du cepheyan şer dike, cepheya ewil cepheya şikandina dorpêçê û ya duduwan jî cepheya mafê vegerê  ye. Xelkê Filistînî qerar daye ku dorpêçê bişkîne û li dijî komployê li ber xwe bide.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.