Henîyye ji qerara kûstax a Amerîka re bertek nîşan da

Henîyye ji qerara kûstax a Amerîka re bertek nîşan da

Serokê Bûroya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye ji qerara Amerîka ya veguhastina sefareta Amerîka liQudsê û Qudsê wek paytexta îşxalkerên sîyonîst îlankirinê re bertek nîşan da.

Ji teref Serokê Bûroya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye ve ji qerara Amerîka ya veguhastina sefareta Amerîka li  Qudsê û Qudsê wek paytexta îşxalkerên sîyonîstan re bertek nîşanî da û destnîşan kir  ev yek tê wateya derbaskirina temamê xetên sor.

Henîyye di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ji  serokên welatên Îslam û Ereban re, ji Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkarîya Îslam û Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Ereban re, ji rêxistin û heyerên navneteweyî û Ereban re name şandine û tê de diyarkirine ku ew ê xelkê Filîstînê ji vê komployê re destûrê nede  û ji bo parastina ax û mekanên pîroz temamê vebijêrkan di rojeva wan de ne.

Henîyye di berdewama daxuyanîyê xwe de diyar kir Amerîka di temamê dîrokê de bûye terefdarê rejîma îşxalê ye û vê yekê bi desteka ku dide rojeva nîjadperest a rejîma îşxalê nîşan daye. Ew qerara Amerîka ya derbarê Qudsê de li dijî peymanên navneteweyî ye û ev yek bo Mislimanan tê maneya heqareteke mezin.

Henîyye di dawîya axavtina xwe de diyar kir ev qerara Amerîka dê ji plana yahûdîkirina Qudsê re bibe destek; divê li dijî vê yekê welatên Îslam û Ereban helwesta xwe nîşan bidin, her wisa divê ev qerar neyê qebûlkirin û  divê zext li Amerîka bê kirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.