“Heqê Kurdan heye ku derheqê dahatûya xwe de qerarê bidin”

“Heqê Kurdan heye ku derheqê dahatûya xwe de qerarê bidin”

Heyeteka ku ji partiyiyan û nûnerên STKyan pêk dihat Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ziyaret kirin.

Heyeta ku di nav de  Serokê Giştî yê PDK-BAKUR Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek û kesên bi navê Vahît  Arwas, Sebahattîn Korkmaz û Sidki Zîlan hebû, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ziyaret kirin.

Yapicioglu ji ber ziyareta ku ji bo îstîşareya referandûmê hatiye kirin kêfxweşiyên xwe anî zimên û diyar kir bila ziyaret ji xêrê re bibe wesîle.

Serokê Giştî yê PDK-BAKUR Bucak jî ji ber eleqeya ku di dema ziyaretê de ji wan re hatiye nîşandan re kêfxweşiyên xwe anî zimên û diyar kir armaca wan a ziyaretê derheqê referandûma ku dê li Kurdistana Iraqê bê kirin de gotûbêj kirine.

Bucak di berdewama axavtina xwe de diyar kir  di çarçoveya vê mijarê de  ew ziyareta ewil li HUDA PARê kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em dixwazin li Kurdistana Tirkiyê temamê xelkê û partiyan destekê bidin vê referandûmê. Me xwest di vê mijarê de xelkê Tirk û Kurd agahdar bikin. Em di vî warî de teleb dikin ku Kurd û Tirk ji îradeya Kurdan re rêzdar bin.”

Bucak diyar kir ew Kurdên li Kurdistana Iraqê di heyama Saddam de gelek bedelên giran dane û wiha got: “ Digel temamê van tiştan Kurd dixwazin ku li tevahiya Iraqê û Kurdistana Iraqê temamê meseleyan bi rêyên demokratîk bên çareserkirin. Ji ber vê yekê  serî li referandûmê hat dayîn û  tê xwestin mesele bi rêya demokratîk bê çareserkirin. Em bawer dikin heqê Kurdan jî heye ku dahatûya xwe diyar bikin. Em hêvî dikin di referandûmê de dengên erê zêde derkevin û aştî û silametî were heremê.”

 “Heqê Kurdan heye ku derheqê dahatûya xwe de qerarê bidin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu jî ji ber ziyareta ku hatiye kirin kêfxweşiyên xwe anî zimên û derbarê mijarê de wiha axivî: “ Em hêj ji serî ve dibêjin ku çawa heqê her milletan heye; bi heman awayî jî heqê Kurdan heye ku derheqê dahatûya xwe de qerarê bidin.  Weke ku me berê jî gotibû em niha jî dibêjin. Xelkê Kurdistana Iraqê, yanî ne tenê Kurd, ji kîjan mezheb, qewm û olî dibe bila bibe, heqê wî heye ku derheqê dahatûya xwe de qerarê bide û dê ew ê bidin jî. Ev qerar dibe him berdewama federatîfiyê be û dibe ku xweserî be jî. Xûsûsa duyemîn jî: xelkê Kurdistanê çi qerarê dide bila bide em jî di nav de hemû kes, di serî de cîranên mîna Tirkiye, Îran û welatên hwd. ger qerar li xoşa wan neçe jî dibê li hember qerarê rêzdar û bi hurmet bin.”

 “Biratiya xwe nîşan bidin û li Kurdan xwedî derkevin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wê fikara Îran û Tirkiyê ya derheqê referandimê de fêm dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em jî wek xala sêyemîn dibêjin; ger em dixwazin proplem û meseleyan çareser bikin destên xwe dirêjî birayên xwe yên Kurd bikin û biratiya xwe nîşanî wan bidin û li wan xwedî derkevin.  Wisa hereketkirin ew ê ji bo we jî bixêrtir bibe. Em bawer dikin ku ew ê ev yek wisa karibin bên çareserkirin. Kîjan qerar derdikeve bila derkeve ew ê baweriya me ev be.”

 “Divê li hember qerara ku hatiye dayîn hurmet bê nîşandan”

 Yapicioglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir hêj nediyar e piştî ku xelkê Kurdistanê qerara xwe da re ew ê rêyeke çawa bişoîne û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Dibe piştî ku xelkê Kurdistanê qerara xweseriyê da re mimkûn e siyaset û birêveberiya Kurdistanê ji Baxdayê re wisa bibêje:  Êdî em gihaştin xala wisa ku xelkê Kurdistan êdî bawer dike ku bi we re nikare bimeşe. Hûn jî helwesta xwe ji ber çavan derbas bikin. Ecebe dema ku Makeqanûna Iraqê hat amadekirin ew ê mafên me yên ku berî niha hatine diyarkirin ew ê bên naskirin, hûn ê bi me re birêve biçin? Dibe ku wisa jî bibêjin. Ev yek hêj nediyar e û em jî nizanin. Weke ku min got çi qerarê didin bila bidin divê li hember qerara ku haitye dayîn hurmet bê nîşandan. Dîsa divê em ji bo silametî, aştî û sulhê diaker bin. Em dixwazin mesele bê xwîn û bê êş û bê elem bi rêya aşîtiyane bên çareserkirin.”(ÎLKHA)














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.