1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Her ku diçe êrîşên li dijî Mislimanan zêde dibe
Her ku diçe êrîşên li dijî Mislimanan zêde dibe

Her ku diçe êrîşên li dijî Mislimanan zêde dibe

Serokomar Erdogan beşdarî bernameya şeva Leyletul Qedrê ya ku ji teref Şaredarîya Esenlera ve hat tertîbkin bû û got: “Her ku diçe li Rojhilatanavîn, Efrîqaya Bakûr, Başûrê Asya, Ewrûpayê û li temamê deverên ku Misliman lê dijîn êrîş zêdetir dibin.”

A+A-

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan, beşdarî bernameya şeva Leyletul Qedrê ya ku ji teref Şaredarîya Esenlera ve bi sernava “10 Hezar Xetm û 100 hezar Dia” hat tertîbkirin bû. Bernameya ku li Xaçêra Dortyola Esenlera hat tertîbkirin ehlê navçeyê û Serokomar Erdogan beşdar bûn.

Serokomar di serî de Remezan û şeva Leyletul Qedrê ya welatîyan pîroz kir û dest bi axavtina xwe kir, “Ez ji Xweda hêvî dikim ku ev şeva mibarek dê bibe wesîla efû û mexfîreta me tevan.”

Serokomar Erdogan, bi sedem bernameyê û xwendina 10 hezar xetmî ji gelê Esenlera re teşekûr kir û îfade kir ku meha Remezanê meha xwendina Quranê ye û wiha got: “Em hêvî dikin ku Xweda bi xatirê vê rojê li welatê me, miletê me û li temamê Mislimanan rehmet û mexfîret bike.”

Serokomar Erdogan, di berdewama axavtina xwe de bal kişand se zilma çeteyên sîyonîst û fade kir ku her roj li Filistîn sîyonîstên zalim zarok û jinên bê guneh qetildikin û wiha got: “Li Sûrîye însan di malên xwe û li kolanên xwe, zarok li dibistanên xwe bi tirsa bê ka wê kengî bomba bi ser wan de were dijîn. Rêxistinên terorî li Sûryeyê cirîtan davêjin. Her ku diçe li Rojhilatanavîn, Efrîqaya Bakûr, Başûrê Asya, Ewrûpayê û li temamê deverên ku Misliman lê dijîn êrîş zêdetir dibin.”  

“Li vî zilamî xwe xwedî derkevin”

Serokomar Erdogan, îfade kir ku tewra Avûstûrya ya li dijî Misliman û mizgeftan rûye neyartîya Ewrûpa ya li dijî Îslamê ye û ev tewra Serokwezîrê Avûstûrya wê gelek tiştan bîne serê wî. Serokomar Erdogan, destnîşan kir ku li Avûstûrya girtina mizgeftan û dersînorkirina aliman dê bibe sedema herba Heyv-Xaçê û bangî karbidestên xerbê kir: “Li vî zilamê xwe xwedî derkevin û bila xwe rast bike, heger xwe ras neke ev bûyera dê ber bi cîkî din ve here. Lewra li gor me tiştên emê bikin û gotinên emê bibêjin henin. Di vî warî de qethîyên emê destûrê nedin ku li 250 hezar birayên me zilm bêkirin û ji bo vê yekê çi ji destê me were emê bikin.”

Serokomar Erdogan, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku tu ferqa li Araqanê ji cîkirina Mislimanan û di nava Ewrûpa de girtina mizgeftên Mislimana tineye. Divê di cî de Yekîtîya Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyê tiştên hewceye bikin.

“Ji bo me ji zaliman dost çê nabin”

Serokomar Erdogan, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku perdeyên ser rûyê wan yek bi yek dikeve û ew tenê ji bo xwe demokrasî û azadîyan dixwazin. Li ser gotina karbidestên partîya mixalefetê ya “li derveyê welêt dostên me nemaye” jî wiha got: “Heger qesd ji dostê me nema ew evdê li Ewrûpa li Avûstûrya be bila ew bi wî re dostanîya xwe dewam bikin. Dostên me yên bi vî awayî tine ye. Heger îsraîla sîyonîst an jî li Sûrî Esed be bila ew bi Esed re dostanîya xwe dewam bikin û yê me dostên me yên wisa tine ye. Ji bo me ji zaliman dost çê nabe û tu zemanî jî ji kesên zilmê dikin dost çê nebûne. Emê bi kesên bi edalet rêya xwe dewam bikin.”

“Ji bo zaliman bijî cehennem”

Serokomar Erdogan, destnîşan kir ku sazîyên navdewletên yên qaşo gerek ji tiştên wisa re bibin asteng di nava hezeyaneke mezin de ye û ji ber vê yekî wî di Davosê de gotîye "one minute" û di Komcîvîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de  jî gotîye “Dinay ji 5an mezintir e” û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ey zalimno vê bizanibin bi zilmê kes naghêjin tu derê û em veya dibêjin; Ji bo zaliman bijî cehennem. Dinya ji zaliman re namîne. Feryadê mezlûma dê dereng an jî zû textê we hilweşîne. Îtîraz û îsyana me ne ji bo şexsê me ye. Em dengê temamê mezlûm û bêkesên cîhanê ye. Em bawer dikin ku ji ber vê yekê em serfîrazin. Bi îzna Xweda vê carê dîrokê serkeftina yên bihêz nenivîse wê dîroka yên mafdar binivîse.”  

Serokomar Erdogan, îfade kir ku ew bi derd û pirsgirêkên bêkes û hustuxarên cîhanê re eleqedar dibin û bi taybetî jî li Tirkîye ji perwerdehî, tendirustî, hizûr û pêşeroja 81 milyonî berpirsyar in.

Serokomar Erdogan, îfade kir ku ew vî barê giran bi alîkarîya Xweda û bi piştgirîya gel hildigrin û wiha got: “Wekî ev milet vê şevê li vir ev der tev tije kirin heger hûn li cem me bin bi îzna Xweda heft dewêl jî werin emê bi wan re micadele bikin, bighêjin armanca xwe û li hember reqîbên xwe serfîraz bibin.”

Serokomar Erdogan ji welatîyan di hilbijartinên 24ê Hezîranê de ji bo Meclîseke bi hêz, hikumeteqe bi qûwet, Tirkîyeyek bi qûwet piştgirî xwest û îfade kir ku wî sindoq emanetî gel kirîye.

Di dawîya axavtina xwe de Serokomar ji niha de Cejna Remezanê ya temamê welatîyan pîroz kir û axavtina xwe bi vî awayî bi dawî kir. (ÎLKHA)








 

Bu haber toplam 1516 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.