1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Her sal 7 milyon kes ji ber cixarê dimrin
Her sal 7 milyon kes ji ber cixarê dimrin

Her sal 7 milyon kes ji ber cixarê dimrin

Li seranserê dinyayê tev de zêdetirî milyarekî însan cixarê bi kar tînin, hat diyarkirin her sal 7 milyon kes ji ber kişandina cixarê jiyana xwe ji dest didin.

A+A-

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li dinyayê zêdetirî milyarekî însan bi cixarê emel dikin ku ji van her sal 7 milyon kes jiyana xwe ji dest didin.

Li gor lêkolîna ku ji teref Înterpressave li gor daneyên Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê  hatiye kirin 6 milyon kesên ku mirine ji ber ku rasterast cixarê kişandine mirine û milyonek kes jî cixarê nakşînin û ji ber tesîra cixareya ku li derdora wan hatiye kişandin jiyana xwe ji dest dane.

Di nexşaya Tûtinê ya ku ji teref WHOyê ve hatiye weşandin de  hat destnîşankirin li Tirkîyê ji her 10 kes tev de 3 kes cixarê dikşînin û hejmara ku demekê ketibû 15 milyonan cardin zêde bû û derkete 17 milyon kesan.

Hat diyarkirin li Tirkîyê ji sedî 31 mêran ji ber kişandina cixarê jiyana xwe ji dest didin û bi emrê bi cixarê emelkirinê ketiye heta 10-15 salî.

ÎLKHA

Bu haber toplam 662 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.