“Her sê mehên pîroz ji me re fersend e”

“Her sê mehên pîroz ji me re fersend e”

Bi sedema nêzbûna her sê mehên pîroz, serokê ÎTTÎHADa Yekîtiya Alim û Medreseyan Mela Enwer Kiliçarslan axivî û îfade kir ku divê ev mehên bi xêr xweşik bên îhyakirin û misliman ji van mehan wek fersendekê îstîfade bikin.

Her sê mehên pîroz, sibe dest pê dikin. Ji ber vê yekê serokê Yekîtiya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHAD) Mela Enwer Kiliçarslan, ji Ajansa Nûçeyan a ÎLKEyê re xeber da û da zanîn ku divê ev her sê mehên pîroz ku meha Remezana rehmet û bereketa Xweda tê de hemî alemê dagirtiye, şeytan hatine zencîrkirin jî dinav de ye, ji aliyê misilmanan ve xweşik bên îhyakirin û wek fersendekê ji wan bên îstîfadekirin.

 “Xêr û fedla van mehan bêtir e”

Kiliçarslan da zanîn ku ev meh,nexasim meha Remezanê ji ummeta Îslamê re bi gelek awayî deriyên xerê vedikin û weha dewam kir: “Allahê Teala di şeva Qedrê (leyletul qedrê) ya vê mehê de, Qurana pîroz nazil kiriye. Şeva Qedrê ji hezar mehê bixêtir e. Rebbê alemê li vê ummetê qencîkiriye. Kesê di vê şevê de ‘îbadet bike, weka hezar meh ‘îbadet kiribe. Kesê bi heqqî van mehan eda bike, dibe weka nû ji dêya xwe welidîbe.” 

Mela Enwer Kiliçarslan bal kişand ser vê yekê ku seyyîdê me pêxember (e.s) nexasim di meha Remezanê de bêtir ehemmiyet û girîngî daye ‘îbadetên xwe û ‘îbadeta îtîkafê ya di deh rojên dawînên Remezanê de jî gelek muhîm e.

Mela Kılıçaslan wehagot: “Pêxemberê me (e.s) di deh rojên dawîn de bê jehemarane diket. Di van rojan de ji bo Rebbê xwe dikete îtîkaf û xelwetê. Di sala ku wefat kir de jî 20 rojan ket îtîkafê. Ji vî alî ve divê em em van tetbîqên xweşikên Resûlûllah, ji xwe re bikin esas û herî hindik hewlakirina tetbîqên wî (‘e.s) bidin.”

Serokê ÎTTÎHADê behsa mehên Receb û Şebana beriya Remezanê jî kir û destnîşan kir ku ‘îbadetên di van mehan de ligorî mehên din bi xêrtir in, divê ji Receb û  Şebanê ji bona meha Remezanê wek amadehî bê îstîfadekirin.

 “Allah xêr û ecra ‘îbadetênku em ê bikin dide”

Mela Enwer Kiliçarslan behsa rojiya di van mehan de kir û wiha pê de çû: Pêxemberê me (e.s) ji bil Remezanê di teviya tu mehê din de rojîne girtiye. Tenê di Şebanê de pir rojî digirt. Allahê Teala dibêje ku ‘îbadetên di van mehan de pir bixêr in. Xweda xêr û ecra rojiya di van mehan de dide. Xwedayê me wed kiriye ku wê ewê bi xwe xêr û ecra ‘îbadeta rojiyê bide. Lewra ‘îbadeta rojiyê tenê ji bo Wî (c.c) ye. Riya û ji bo însan pê bihesin nakevê. Însan ji bo hezr û amadehiya Remezanê,divê di van her du mehan de jî rojî bigrin û rûhen be jî xwe jê re hazirbikin. Nexasim şevên Berat û Reğaîbê yên bixêr di Receb û Şebanê de ne. Li ser wan hedîsên sehîh û ayetên Quranê tune ne, lê her çawa be jî gava evd bi wesîlekê berê xwe bide rebbê xwe, ji rebbê xwe bixwaze û îmkanên ji bo tobeya li ser gunehan pêk bê, di vana de tu ne başî tune ye. Divê meriv li wesîleyên ku dibin xêrê bigere. Rebbê me bineyta evdê xwe yê mumin dizane û nêta  mumin ji emelê wî bixêrtir e. Em mumin ji bo gihaştina xêrê divê xeyre tebikin û ji bo vê yekê jî li wesîleyan bigerin.”

 “Ev rojên bixêrtenê ji ummeta Îslamê re hatinedayîn”

Serokê ÎTTÎHADê Mela Enwer Kiliçarslan da zanîn ku di Remezanê de deriyên rehmet û cennetê heta dawiyê vedibin û gotina xwe weha bidawî kir: “Deriyên cehennemê jî heta dawiyê tên girtin. Ji bona em bighêjin fedla meha remezana şerîf, divê em bi mehên Receb û Şe’banê ve dest birojiyê bikin. Em rojî bigrin û ‘îbadetên xwe bikin ku bi rihetî bigihêjin Remezanê û ji gunehên xwe paqij bibin. Ne bellî ye ku em ê bigihêjinRemezanê. Lêbelê em wekaku em ê bigihêjinê ‘îbadet bikin. Ev xêreke mezin e û tîcareteke bi bereket e. Ev roj tenê ji ummeta Mûhemmed re hatine dayîn. Em qedrê van roj û şevan bizanbin û ligorî wê tevbigerin. Allahê Teala me ji xêr û fedla van şevên mubarek û pîroz mehrûm neke, ‘îbadetên ku em ê bikin ji me ji bo xwe qebûl bike û tam û zewqakirina ‘îbadetê bide me.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.