“Hesaba 6-7ê Cotmehê digel domandina mehkemê nehatiye dîtin”

“Hesaba 6-7ê Cotmehê digel domandina mehkemê nehatiye dîtin”

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Yavuz doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Riyad Guneş û Hasan Gokgozî tên darizandin nirxand. Yavuz bal kişand ku heta niha di derbarê kesên ku vî qetlê daye kirin de tu muemele nehatiye kirin.

Doza Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Riyad Guneş û Hasan Gokgozê ku di bûyerên 6-7ê Cotmehê de ji teref PKKê ve hatine qetilkirin li Dadgeha Cezaya Giran a 2yemîn a Enqerê tê dîtin. Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz diyar kir ku hesaba vî yekê nehatiye dîtin.

Yavuz diyar kir ku bûyerê 6-7ê Cotmehê ji hewldana Derbeya 15ê Tîrmehê re rê vekiriye. Yavuz ragihand ku divê kesên ku vî yekê bi gel dane kirin û polêsên ku wezîfa xwe neanîne cî jî daxîlê dosyayê werin kirin.

Yavuz bal kişand ku mehkeme gor curmê herreket nake. Dûvre Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku mijar baş were fêmkirin divê kpu mirov bala xwe bide ser van xisûsan. Pavajoya ku bi bûyerên Geziyê re pê ve kir û bi 6-7ê Cotmehê, siyaseta çal û kortan domî qonaxekî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ye. Heke em bi vê çavê li mijarê nenêrin wê çaxê dê fêmkirina van mijaran zor bibe. Em qala wî pêvajoyê dikin. Ji ber vê yekê divê di bergeha vî yekê de li vî mijarê bi çavekî cidî were mêzekirin.”

 “Çima hesaba 6-7ê Cotmehê nayê dîtin”

Yavuz destnîşan kir ku îradeya siyasî li vir çi ji destê wê tê nake. Dûvre Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tespîtekî birêz Serokwezîr a wiha heye; ‘hêj hesaba bûyerên 6-7ê Cotmehê nehatiye dîtin’ heye. Erê. Ev tespîta ku Serokwezîr gotiye rast e. Em jî di derbarê vî yekê de hemraman in. Hesaba 6-7ê Cotmehê digel dfomandina mehkemê nehatiye dîtin. Wê çaxê em ji îradeya siyasî dipirsin; çima hesaba 6-7ê Cotmehê nayê dîtin? Çima tê sekinandin. Ji bo ku dilê mezlûm û belengazan were rehetkirin çima disekinin? Wek mafdar em mecbûr in ku vê yekê bipirsin.”

 “Li vir bes sûcdarkirina çend zarokên ku vî karê bi wan dane kirin kujer nîne”

Yavuz bal kişand pêwîst e ku ev lêpirsîn bes bi çend kujeran re neyê meşandin. Dûvre Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bes bi çend kujeran nayê îzahkirin. Em bawer in ku polêsên ku hewce dikir van êrîşkeran bidin sekinandin wezîfa xwe neanîne cî. Kesên ku dibin sedema kêmasiya delîlên di derbarê vî yekê de û kesên ku vî yekê bi êrîşkeran dane kirin hene. Em bawer in ku di derbarê vî yekê de him ewlehî, him siyaset û him giruhên din bi hev re di têkiliyê de ne. Li vir bes sûcdarkirina çend zarokên ku vî karê bi wan dane kirin kujer nîne.” (ÎLKHA)  

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.