Heskifî: Li Heskîfê zilm tê kirin

Heskifî: Li Heskîfê zilm tê kirin

Şênîyên Heskîfa Êlihê qala mudaxeleya polêsan a ku li wan hat kirin û zehmetîyên ku ew doh piştî çalakîya teleba heq kişandine kirin û destnîşan kirin ku li Heskîfê zilm tê kirin.

Doh li Heskîfa Êlihê ji ber ku Midûrtîya Herêma ya 16emîn a DSÎ ji kesên dikandar û xwedîmal re teblîxat şandibû da ku mal û dikan bên valakirin. Ji ber vê teleba DSÎyê şênîyên Heskîfê xwestin heqê xwe teleb bikin û çalakî li dar xistin, lê belê polêsan bi av, xaza rondikrêj û bi bombeya xazê mudaxeleyî wan kirin û muxtarê taxê, jin û mêr û zarok ji mexdûr bûn.

Piştî rageşîya ku pêk hat re Muxtarê Taxê Hesen Yilmaz derbarê mijarê daxuyanîyek da û ji helwesta ku hatiye nîşandan re bertek nîşan da û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji ber ku xelkê Heskîfê ji çalakîya me re eleqe nîşan daye ji wan re spasdar im. Derdê me derxistina alozîyê nîne. Derdê me li hember polêsan li berxwedan nîne. Derdê ev e; ji ber ku apekî 55 salî yê ku li Heskîfê 4 malên wî hene re li wargeha nû xanî nayê dayîn û ji vê yekê re ezebbûna wî wek hincet nîşan didin. Ez bangî DSÎyê dikim; li Heskîfê jiyana heye, nirx û însanên me hene. Hetanî ku ev hebin divê Heskîf nebe qada înşaatê. Mal û dikana welatîyan xelas bike û dilê wan xweş bike; elbet em ê wê çaxê bi bazdan biçin.”

 “Ey DSÎ! Ger te ji welatîyan re xanî çênekiribe tu wan dişîne kû derê?”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar ger DSÎ weke ku gefê li wan bixwe wan ji warên derbixe û ji wan re bibêje tu ne xwedîyê heqê ye, wê demê elbet ew ê li berxwe bidin û dû re wiha li axavina xwe zêde kir: “ Me tu alozî dernexistiye û me li ala xwe xwedî derketiye. Derdê me xurek û kar e. Ey DSÎ! Ger te ji welatîyan re xanî çênekiribe tu wan dişîne kû derê?”

Her wiha çend şênîyên Heskîfî jî derbarê şiddet û mudaxeleya ku doh hatiye kirin û neheqîyên ku li wan tên kirin wisa qal kirin:

Mehmet Şîrîn Biçakçiyê serokê berê yê navçê y AK Partîyê: Dilê wan bi yekî ji me jî neşewitî, xaza îsotan berdan me tevan.

Omer Guzel: Li Heskîfê zilm tê kirin.

Sevîm Akkiliç: Ez li Heskîfê hatim dinyayê û ez li vê derê mezin bûm, lê belê li wargeha nû cihekî bo rûniştinê nedan min.

ÎLKHA












 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.