1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Heta ku hesab ji darbeyan neyên pirsîn darbeyek wê bibe sedema darbeyeke din
Heta ku hesab ji darbeyan neyên pirsîn darbeyek wê bibe sedema darbeyeke din

Heta ku hesab ji darbeyan neyên pirsîn darbeyek wê bibe sedema darbeyeke din

Bi minasebeta salvegera 28ê Sibatê gelek Saziyên Civakê yên Sivîl li Stenbolê hatin cem hev û îfade kirin ku lazim e ji darbeyan hesab bê pirsîn û kesên mexdûr jî demildest bên berdan.

A+A-

Ji teref Komeleya MAZLÛMDERê ve her hefte bi sernava “Bila ev bibe 28ê Sibatê dawî” daxuyanîya çapemenîyê tê lidarxistin. Vê hefteyê daxuyanîya çapemenîyê li Parqa Saraçxane ya Fatîha Stenbolê hat tertîbkirin. Gelek temsîlkarên Saziyên Civakî yên Sivîl beşdarî daxwuyanîya çapemenîyê bûn.

Di serê bernameyê de Serokê Giştî yê Komeleya MAZLÛMDERê Ramazan Beyhan axifî. Beyhan destnîşan kir ku emê wek Komeleya MAZLÛMDERê her 28ê mehê emê bi hemî şûbeyên xwe re mexdûrên 28ê Sibatê bi bîra karbidestan bînin.

“Li mexdûrên 28ê Sibatê miamela daraza meştû bi awakî eşkere zilme”

Piştî axaftina Serokê Giştî li ser navê MAZLÛMDERê daxuyanîya çapemenîyê Parêzêr Kaya Kartal xwend û cîh hat dayîn van gotinan: “Ji meha Çilede em û temamê şûbeyên xwe û Saziyên Civakî yên Sivîl ên din ji bo zilma 28ê Sibatê bidawî bibe em tev li qadane. Herkes 28ê Sibatê wek darbeyê navdike û jê hinek darbekar bi cizayê muebetê tên darizandin lê belê ev nebese lewra di wê pêvajoyê de daraza paralel bi brîfîngan biryar didan û gelek kes hatin mexdûrkirin. Lê belê mixabin darizandina  mexdûrên 28ê Sibatê ji teref daraza meşrû ev bi awakî eşkere zilme.”

Kartal di berdewama axaftina xwe de wih got: “Gelek zarok bê bav û gelek dayik jî bê ewlad man divê êdî ev zilm bidawî bibe. Bila ev yek neyê ji bîr kirin ku axê mezlûman besî hilweşandina hesabên sîyasî ye. Di vê mijarê de di serî de desthilatdar û dûre temamê TBMM jê mesûle. Lazim e temamê aktorên di heyama 28ê Sibatê de rol girtibin tev bên derxistin pêşberî hiqûqê û biryarên wan dane tev bê betalkirin.”

“Divê hukumet di şûna mazeretan da çareserîyan bibîne”

Ji Platforma Stenbolê Şemsettîn Ozdemîr jî axifî û wiha got: “21 sal berê van çaxana ji bo îxtîdara meşrû bisekinînin hemî rê tev ceribandin. Dema ew darbe çêkirin min ji hevalên xwe re got ewê poşman bibin. Hemd ji Xwedê re ew yek rast derket lazim e êdî birêz Serokomarê me û hukemet dev di mazeratan berdin û bi rêyên hiqûqû çareserîyan bibînin. Divê hikumet rêyek ji vê yekê re bê bibîne.”

Serokê ÎHAKê Parêzer Cîhat Gokdemîr îfade kir ku tê bîramin dema di malande Qurana Pîroz qedexe bû û wiha got: “Sal derbas bû demsal guherî. Gelek kes mezin bûn, zewicîn û bûn xwedyê zarokan lê belê ew hêjî di zîndanan de ne! Ma qey rêyek veya ya huqûqî tineye?”.

Me bi 12ê Îlonê re hesab nedîtîn 28ê Sibat hat serê me, hê me bi 28ê Sibatê re hesab nedîtin 15ê Tîrmehê hat serê me” 

Xuşka Ahmet Şat, Zeyneb Dûrmaz îfade kir ku birayê wê ji bo amadehîya zanîngehê çû Îzmîrê û li wir hat girtin û ji ber rêxistina navê wî dahî tibebû ji ber hereketa Îslamî ev 24 salê wî ye di zîndanê de ye.

Xuşka Ahmet Şat wiha got: “Wê çaxê Kemalîstên çep û FETO li Mislimana qûmpas çêdikirin. Birayên min û tîyê min herdûjî bûn qurbanê qûmpasên wan.”Dûrmazê di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tiştên ecêb ewbû ku kesên li wan îşkence dikirin digotin emê nimêja xwe bikin û îşkence dewam dikirin. Ev çawa çêdibe kesekî nimêj dike li Mislimanekî nimêj deke yê din îşkence dike?”

“Mehkûmên nexweş di zîndanê de tên girtin”

Xanima Yasîn Demîr, Semîha Demîrê îfade kir ku zilamê min nexweşê giran bû lê belê ew serbest bernedan û bi rapora textor ew dîsa xistin zîndanê û wiha got: “Em bi sala li ber deryê hepsan gerîyan. Zarokên me di van riyana de mezin bûn. Gelekê mehkûman di zîndanê de bûn kalik. Dema muebet dan wan yê me muebeta giran dan me.”Demîrê di berdewam axaftina xwe de wiha got: “Tenê ji ber ku Misliman bûn cizayê muebetê dan wan. Malaxwedê ava be serê me rakirî ye û enîya me vekirîye. Dema kî ji min dopirsin ez bi serbilindayî dibêjim zilamê min ji ber doza Îslamî di hepsê de ye.” (ÎLKHA)




























 

Bu haber toplam 1390 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.