1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. “Heta ku hûn heqê mezlûman ji wan re îade nekin hûn nikarin edaletê tesîs bikin”
“Heta ku hûn heqê mezlûman ji wan re îade nekin hûn nikarin edaletê tesîs bikin”

“Heta ku hûn heqê mezlûman ji wan re îade nekin hûn nikarin edaletê tesîs bikin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu destnîşan kir “Ev bi salan e ku em ji rayedarên hikûmetê re dibêjin. Heta ku hûn heqê mezlûman ji wan re îade nekin hûn nikarin edaletê tesîs bikin."

A+A-

Ji teref Serokatîya Şaxên Pîrekan a Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê ve li Salona Konferansê ya Akdenîza Zeytînburnuyê bi beşdarbûna Serokê Giştî yê HUDA PARê bernameyeke “Bila ev sibat bibe 28ê Sibata dawî” hat tertîpkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di bernameya ku beşdarî bû de Prof. Dr. Necmettîn Erbakan bi bîr anî û qala zilm û neheqîyên ku di 28ê Sibatê de hatine kirin û hêj berdewam dikin kir û diyar kir edalet bi cezadayîna ji çend kesên ku zilmê kirine nayê tesîskirin.

 “Tenê bi cezadayîna  ji çend kesên ku zilm kirine edalet nayê tesîskirin, heta ku hûn heqê mezlûman ji wan re îade nekin hûn nikarin edaletê tesîs bikin.”

Yapicoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir êş û elemên heyama 28ê Sibatê hêj teze ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Meqama hinek kesan; wek meqama serokwezîrtîyê ya Erbekan Xoce, heqê xwendinê ya hinek kesên nixûmandî, heqê hinek kesên xebatkar, heqê kirina ticaretê ya hinek kesan dizîn. Lê belê hinek tiştên ji van mezintir ên ku hatin dizîn hebûn. Ciwanî, heqê zewicînê, ewladê, xewn û xeyal û emrê hinek eksan dizîyan. Heqê hinek kesan dizîn ku hinek kes biçin li ser qebra dê û bavê xwe fatîhayekê bixwîne. Niha hikûmet dibêje “28ê Sibatê 390 milyar dolaran zirar da Tirkîyê.’ Ez ji vê derê dipirsim. Hûn dikarin van tiştên ku min jimartin bi pereyan bistînin? Hûn xwedîyê vê qudretê ne yan na?  Em ji rayedarên hikûmetê re, ji wan kesên ku digotin 28ê Sibatê kirin dê cezaya herî giran bê dayîn re bi salan dibêjin;  hûn çi qas cezayên herî giran bidin wan kesan jî, hetanî ku hûn heqê wan kesên ku heqê wan hatiye xespkirin nedin, heqê wan kesên bêbav mezin bûne û bûne bav nedin, azadîya wan kesên ku ji azadîyê belesebeb hatine mehrûmkirin nedin hûn ê çawa edaletê tesîs bikin? Hûn ê bi vî awayî birînên ku 28ê Sibatê vekirine derman bikin? Pênasa edaleta we ev e? Gelo li ba we, di wê kitêba li welatê we de pênasa edaletê bi vî awayî ye? Tenê bi cezadayîna  çend kesên ku zilm kirine edalet nayê tesîskirin, heta ku hûn heqê mezlûman ji wan re îade nekin hûn nikarin edaletê tesîs bikin.”

 “Em wan kesên ku berdewam zilmê temaşa dikin îqaz dikin, ji zilmê re razî bûn zilm e”

Yapicioglu di berdewam axavtina xwe de diyar kir hiqûq wek çekekê hat bikaranîn û edalet hat kuştin  divê ji wan qerarên ku ji teref daraza 28ê Sibatê ve hatine dayîn neyê bawerkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Ji vê derê ji hikûmetê re bang dikim; ger ew kesên ku wê rojê vê zilmê kirine  îro hatibûn girtin û li mehkemeyan hisabê didin, zanibin  ku ew zilma ku kirine ji vê re bûye sebeb. Nifirên wan kesên ku li rasta zilmên wan hatine hatine qebûlkirin. Em wan kesên ku vê zilmê temaşa dikin ji vê derê îqaz dikin. Ji zilmê razîbûn zilm e.Ger haya we jê hebe û hûn ji vê zilmê re bêdeng bimînin û lê temaşa bikin, zanibin ki ev yek zilm e û bawer bikin ger kesên mezlûmê nifiran li we bikin hûn darbeyeke wisa bixwin ku hûn ê nizanibin ew darbe ji kû ve hatiye. Lewra di navbera nifirê kesê/a mezlûm û Rebbê wî/ê de perde tuneye. Ew kes nifiran bikin dibe ku bo we qet baş nebe.”

“Paşayên qaşo bi qudret ên wê heyamê, kîna xwe  ji Mislimanên nazenîn hilanîn”

Seroka Şaxên Jinan a Bajêra Stênbolê ya HUDA PARê Munewwer Aktaş jî destnîşan kir di pêvajoya 28ê Sibatê de gelek dê û bav û bi hesreta lawên xwe wefat kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber ku xwehên me yên nixûmandî serê xwe digirtin ev yek li zora hinek kesan diçû. Ew ji mekteb û karên wan avêtin. Paşayên qaşo bi qudret ên wê heyamê, kîna xwe  ji Mislimanên nazenîn ên ku Qur’anê xistibûn navenda jiyana xwe hilanîn.”

“Me di rêyên zindanan de gelek zêde zehmetî kişand”

Leyla Tunceya dêya Mesut Tunceyê ku mexdûrê 28ê Sibatê ye jî di bernamê de qala êş û zehmetîyên ku ew kişandine kir û derbarê mijarê de wiha axivî: “Me di rêyên zindanan de gelek zêde zehmetî kişand. Bo ez lawê xwe bibînim li Diyarbekirê çûm mehkemê. Dema ku min hewil dida wî bibînim, min dît ku wî li ber dîwêr kirine rêzê û ew bi zincîran girê dane. Heta ku ez bimrim dê vê yekê ji bîr nekim. Ew zincîr dilê min êşandin. Hemd ji Xweda re ku ez qet ne poşman im. Lawê min bo Îslamê ket zindana Ûsif. Ûsif bû melîkê Misirê. Ew ê emrê Xweda xalib were û dê weke Ûsif aleyhîsselam derkevin.”

Senîha Demîra ku zilamê wê Yasîn Demîr mexdûr e derbarê mijarê de got “Mahkûmên 80 salî û nexweş di girtîgehê de ne. Tu wijdan vê yekê qebûl nakin. Ez her cara ku diçim dîtina zilamê xwe ez dibînin ku rewşa wî xiraptir dibe. Ji ber vê yekê ez bi şikleke perîşan ji zindanê vediqetim.”(ÎLKHA)














 

Bu haber toplam 649 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.