Heta ku pêvajoya binçaviyê ya Kişanak xelas nebe tayînkirina qayûmê ne di rojevê de ye
Serokwezîr Bînalî Yildirim di derheqê Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê re Gulten Kişanaka ku hatiye binçavkirin de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyaniyek da.
Piştî ku Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê re Gulten Kişanak hat binçavkirin re hat îddîakirin ku dê şûda Kişanak de qayûm bê tayînkirin. Serokwezîr Bînalî Yildirim di derheqê îddîayên tayînkirina qayûmê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyaniyek da.
Yildirim di daxuyaniya ku da de wiha destnîşan kir: “Heta ku pêvajoya binçaviyê ya Kişanak xelas nebe tayînkirina qayûmê ne di rojevê de ye.Tirkiye dewleteke hiqûqê ye.Pêwîstiya hiqûqê çi bê dê ew bê kirin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.