“Heta Misliman nebin yek ev zilma li Qudsê wê dewam bike”

“Heta Misliman nebin yek ev zilma li Qudsê wê dewam bike”

Şêx Bedrettîn Aydin tepkîyên tund nîşanî planê Emerîqa yê şer da û got: “Heta Misliman nebin yek ev zilma li Qudsê wê dewam bike”.

Ji Alimên herêmê yê bi navnîşana Seydayê Tîllo Şêx Bedrettîn Aydin tepkî nîşanî naskirina Emerîkaya îşxalker qaşo Quds wek paytextê sîyonîstan naskiribû re da û bal kişand ser cudabûna Mislimanan a ji hev û got: “Heta Misliman nebin yek ev zilma li Qudsê wê dewam bike”.

Aydin bahsa girîngî û ehemîyeta Qudsê ji bo Mislimana kir û got: “Ji ber Quds di bin îşxala sîyonîstan de ye temamê Mislimanan jî di bin zilmê de ne”.

Seyda destnîşan kir ku, xatir û rûmeta Qudsê Xwedayê Teala di Qur’ana Pîroz de eşkere kiriye û wisa got: “Xwedayê Teala hebîbê xwe şevekê ji Mescîdî Heram dawetî bal Mescîda Qudsê kiriye û şeva mîracê ji wir wî bir qetê xwe. Pêxemberê me li wir bi temamê Pêxemberan re hevdîtin kir û li pêşîya wan nimêj kiriye. Li Qudsê; Mescîdî Aqsa, Qubet’ul Sahra û bê hejmar mekanên mibarek hene. Quds ciyê civîna Enbîyaye û qibla Mislimanan a ewil e. Ji ber vê yekê Quds ji bo Mislimanan û ji bo kesên mensûbên dînî din pir bi rûmet e. Lê belê ji ber ku îro Quds di bin îşxala yahûdîyê sîyonîst de ye temamê Mislimanan di bin zilmê de ne. Lazim e temamê Mislimanan bi hevre dengê xwe derxin, bibin yek û çi ji destê wan were bikin. Heta Misliman nebin yek ev zilma li Qudsê wê dewam bike. Lazim e em ji bo Xwedayê Teala Mescîdî Aqsa ji bin zilma sîyonîstan derxe dia bikin. Kafir, fesad û ehlê zilmê tev bûn yek da ku qaşo Qudsê bikin wek paytextê sîyonîstan. Armanca wan ev e ku, Mislimanan ji Qudsê derxin û wan têxin bin hikmê xwe.” 

“Zeîfîya Mislimanan dibe sedemê bi qewetbûna kafiran”

Aydin îfade kir ku lazim e Misliman tev bibin yek û Quds ji bin zilmê bê rizgarkirin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Lazim e Misliman ji Xweda re dia bikin, tiştên ji destê wan tê bikin, bibin yek cesed û Qudsê ji bin vê zilmê rizgar bikin. Em vê ji Mislimanan hêvî dikin. Lazim e Quds bighêje ciyê layiqî û rûmeta wê. Mixabin ev 30-40 sal e jahra kafiran qewata xwe derxistiye holê, ku wek zilma kirin ne bese îro dixwazin Qudsê bikin paytextê sîyonîstan. Zeîfîya Mislimanan dibe sedemê qewetbûna kafiran. Ji ber Misliman nabin yek û her tim bi hev dikevin her diçe fîtne zêde dibe. Sîyonîst û Emerîka dixwazin vê wek firsendekê bi kar bînîn. Ji ber vê yekê Xwedayê Teala Mislimanan ji vê xewa xefletê hişyar bike û vê bike wesîleya ji nû ve girtina dînê xwe. Bi îzna Xweda Quds wê bibe wesîleya hişyariya Mislimanan.”     

“Eger hûn alîkarîya dînê Xweda bikin Xweda jî dê alîkarîya we bike”

Aydin di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku lazime dewletên Mislimanan îxtîlafên di nav xwe de dînîn cihekî û ji gotina wek dibêjin ‘marê ku bela xwe li min nede bila hezar salî bijî’ deynin hêlekê an wê zilm û îmtîhanên zêdetir werê serê me.

Aydin di dawiya axaftina xwe de got: “Heger dewletên Mislimanan karibin pirsgirêk û îxtîlafên di navbera xwe de deynin hêlekê û bibin yek ev zilmên ku hene wê ji holê rabin. Lê belê ger Misliman ji berpisyarîya xwe birevin û bibêjin wek wan kesên dibêjin ‘marê ku bela xwe li min nede bila hezar salî bijî’ hereket bikin wê ev zilma fê zêdetir bibe. Em ê yekîtîya Mislimanan ji Xweda bixwazin. Xweda alîkarîya birayên me yên Fîlîstînî bike. Xwedayê Teala di Qurana Pîroz de dibêje ‘Eger hûn alîkarîya dînê Xweda bikin Xweda jî dê alîkarîya we bike’ lê belê ger hûn hev dû nas nekin û li pêy fêda xwe ya şexsî herin wê ev zilm dê zêdetir bibin, û zilmên nayên heşê me wê werin serê me.

ÎLKHA






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.