Heta niha 49 hezar û 697 kes ji FETO hatine girtin
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul destnîşan kir di bergeha lêpirsînên FETO de 49 hezar û 697 kesên şikdar ji FETO hatine girtin.
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul li Mala Hakiman a Enqerê bi nûçegihanên darazê re hat bal hev û daxuyanî da.
Gul di civîna ku lidarxist de derbarê pirsa îadekirina FETO de destnîşan kir ew heta niha 5 dosya şandina Amerîka bo îadekirinê, lê hêj di warê îadekirin û neîadekirina Gulen de bersivek nehat dayîn.Gul her wiha derbarê ji welatîbûna Gulen de jî diyar kir dibe ku bi qerara Lijneya Wezîran û Wezareta Karên Hundir ji welatîbûnê bê derxistin.
Gul di civîna ku hat tertîpkirin de her wiha derbarê lêpirsînên FETO yên ku tên kirin de jî nirxandinan kir û diyar kir di bergeha lêpirsînên FETO de 49 hezar û 697 kesên şikdar ji FETO hatine girtin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.