Hevdîtinên Astanayê dest pê kirin

Hevdîtinên Astanayê dest pê kirin

Astana - Hevdîtinên Astanayê ya ku muxalif û rejîma Sûriyê dê bîne bal hev dest pê kirin. Wezareta Karên Tirkiyê dê wek heyeteke teknîkî beşdarî civînê bibe.

Ji bo şerê navxweyî ya Sûriyê bê sekinandin temsîlkarên muxalifan, rejîma Sûriyê, Tirkiye, Îran û Rûsya îro li Astanayê civiyan. Di civîna ku bi mabesta sekinandina şerê Sûriyê tê tertîpkirin di pêşengiya Tirkiye û Rûsyayê de tê kirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Derve ya Kazakîstanê ve hat dayîn de hat ragihandin civîn dê heta seat 13.00an roja din bidomîne.

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ji bilî muxalifan, rejîma Sûriyê, Tirkiye, Îran û Rûsyayê her wiha DYE û Temsîlkarê Taybet ê Sûriyê yê Sekreterê Giştî yê NYyê Staffanê de Mîstura jî beşdarî civînê bibin.(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.