Hewadîsên aqilavêtin û întîharê bo civakê tehdîdin

Hewadîsên aqilavêtin û întîharê bo civakê tehdîdin

Di van salên dawî de hewadîsên mîna aqilavêtin û întîharê di nav civakê de zêde dibin ku ev yek jî rewşa nebaş û kêmasîya manewîyatê ya di nav civakê de dide ber çavan.

Her ku diçe di nav civakê de bûyerên mîna xwekujî û aqivêtinê zêde dibin. Roj tuneye di rojnameyan û ajansên nûçeyan de xebereke bi vî awayî neyê weşandin. Ev rewşa xirab a ku her ku diçe zêdetir dibe gefê li civakê dixwe. Li gor daneyan ku hatine weşandin li Tirkîyê di 10 salên dawî 33 hezar û li Diyarbekirê jî 2 hezar kes an aqil avêtin an jî dînoyî bûn û întîhar kirin.

Yrd. Doç. Dr. Tahsîn Kulayê ku di Beşa Psîkolojîyê ya Zanîngeha Dîcleyê de erkdar e derbarê mijarê de diyar kir bes li Diyarbekirê di 10 salên dawî de tev de 2 hezar û 55 kes întîhar kirin ku sedemeke sereke ya aqilavêtin û dînoyîbûnê valahî, kêmbûna îmanê ye.

 “Ger di civakeke Îslamî de ev cûr hewadîs pêk tên ev yek tê wateya cihê Îslamê di jiyana me de tuneye”

Kula di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên ku dînoyî dibe tenê ye û exlebe di bin tesîran lîstikvanên fîlman de dimîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger îro ferdên civakeke ku bawerîya xwe bi dînê Îslamê ku dînê herî kamil e anîbin berê xwe bidin întîharê ev yek tê wateya ku dînê Îslamê di jiyana me de tuneye. Di întîhar û dînoyîbûnan de parvekirin tuneye. Ger di destpêkê de bi naskirî û derdorê re pêwendî neyê qutkirin ev yek dê bê çareserkirin. Însanên ku dînoyî dibin berî ku dînoyî bibin mehekê diyar dibin. Di axavtin, hereket, helwest û wechên wan de guhartin çêdibin. Di roja me de dîndarî bes di nava camîyan de hatiye bi sînorkirin. Cemaat bes ji ber ku bi ferdên xwe dilebikin bi wan însanên din re eleqedar nabin. Ev yek jî têra çareserîya problemên ferdan nake.”

“Di vî warî de mesûlîyeteke mezin dikeve li ser milên dê û bavan”

Kula di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên ku hatibe asta dînoyîbûnê ger bi dê û bavê xwe re têkeve têkilîyê ew ê mesele zû çareser bibe ku ji ber vê yekê divê dê û bav rojane herî kêm nîv seatî bi zarokên xwe eleqedar bibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li rûyê zarokên xwe binihêrin û ji wan bipirsin, ka we çi kir, çi heye û çi tuneye?  Divê em zextan li zarokên xwe nekir û divê em ji rewş û halê wan fêm bikin. Lewra ger hûn bi zarokên xwe re eledar nebin ew  wan tiştên ku di 24 seatan de dîtine temamê wan tevlî hev dikin ku ev yek jî pêşîya wan ronahî nake û berê wan dide tarîtîyê. Ger dê û bav bi zarokên eleqedar nebin dikarin întîhar bikinç Tewsîyeya me ji dê û bavan re ew e ku bi zarokên xwe re bikevin pêwendîyê.”

Kula di dawîya axavtina xwe diyar kir ji sedemên herî girîng a dînoyîbûnê yek jî valahî di qelb de ye û destnîşan kir divê em di warê dîn û bawerîyê de hesasîyeta pêwîst bidin zarokên xwe, lewra hemû tişt ne pere ye.(ÎLKHA)








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.