Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Hewadîsên diziyê Diyarbekiriyan aciz kir

Di van demên dawî de li Diyarbekirê hewadîsên diziyê gelek zêde bûn, ji ber hewadîsên diziyê şênî êdî nema îdare dikin û ji rayedaran alîkariyê teleb dikin da ku ji vê mişkîleyê re çareyek bê dîtin.

Nexasim li Yenîşehîra Diyarbekrê û bi giştî jî li tevahiya Diyarbekrê her roja ku derbas dibe hewadîsên diziyê zêdetir dibin.Ji ber hewadîsên diziyên şêniyên taxê û dikandar ji rewşê re bertek nîşan dan û  daxwaz kirin bila cezaya diziyê bê zêdekirin da ku ti kes meylî diziyê nekin.

Ji şêniyên mahallê Nevzat Yildirim  derheqê mijarê de diyar kir temamê hewadîsan ji ber xerabûna eqîdê û kêmasiya îmanê diqewimin.

Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir di vî warî de gelek zêde erk û wezîfe dikeve para dewlet û malbatan û ji ber bêderfetiyên maddî be jî divê dizî neyê kirin. Yildirim dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Carinan em bi xwe ji naçarî mudaxeleyî hewadîsa diziyê dikin. Dema ku em wan zeft dikin carinan em lê dinêrin hatine berdan û berî me li semta me ji xwe re digerin. Êdî em nizanin çi karî bikin. Li vê derê nasên me ji me re dibin alîkar û em bi hev re mudaxeleyî bûyerên diziyê dikin. Lê e yek ne bes e. Di vî warî de wezîfe dikeve li ser milên dewletê jî. Wê rojê borî  pêşiya lawê min girtine û tiştên li serê bi zorê jê standine. Dîsa wê rojê li camiyê bi xwe telefona yekî hat dizîn. Tu dizan bigrî nabe  negrî nabe, tu teslîmî dewletê bikî nabe û yu nekî nabe… Em ê çawa ji nava vî karî derkevin? Ew ê aqibeta vî tiştî çawa bibe?”

Şêniyê bi navê Mîqtad Bîrbîr û dikandarên bi navê Huseyîn Îlkgoren û Mehmet Akay jî derheqê hewadîsên diziyê de bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin ji ber dizan êdî hizûra wan nemaye, ji ber hewadîsên diziyê xwediyên xaniyan malên xwe didin kirê û ji van deran direvin, bila dewlet li mekteban dersa dîn û manewiyatê bide û tirsa Xwedê hînî wan bike, em bi xwe mecbûr dimînin ku mudaxeleyî hewadîsên diziyê bikin. Ger ji van kesên ku diziyê dikin re ceza hatibana dayîn dê carek din vî karî nebaş nekiribana.”(ÎLKHA)

 
























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler