Hewl didin bi erebeya astengdaran a hevpar bijîn

Hewl didin bi erebeya astengdaran a hevpar bijîn

ÊLIH - Li Êlihê hevserên astengdaren hevser bi erebeya astengdaran a hevpar hewl didin bijîn. Astengdarên hevser bang li rêvebiran kirin ku wek alîkarî erebeya astendaran a bi aku ji wan re bişînin.

Astengdarên hevser ên ku di Taxa Karşiyakaya Êlihê dijîn û xwe diye 2 zarokan in di Roja Astengdaran a Cîhanê de ji ÎLKHAyê re qala zehmetiyên ku ew dikêşin kirin. Astengdarên hevser bang li rêvebiran kirin ku wek alîkarî erebeya astendaran a bi aku ji wan re bişînin.

Emîn Ekîncî (52) salî û Fatma Ekîncî (44) yên ku nikarin bi rê ve biçin ji berk u ereba wan a astengdaran tune carinan dema ku karê wan çêdibe jî nikarin derkevin derve. Astengdarên hevser di gel zor û zehmetiyê hemd û şukrê ji devê xwe kêm nakin.

Hevseran diyar kirin ku ew mecvûr in erebeyê bi hev re bikar bînin diyar kirin heke erebekî ya bi aku ji wan re were dê piraniya pirsgirêk û astengiyên wan çareser bibe.

Emîn Ekîncî diyar kir ku berê ji teref walîtiyê ve motorsîkletekî astengdaran jê re hatiye dayîn piştî ku qeza kiriye motorsîkleta wê jê hatiye sitandin. Ekîncî mexdûriyetên xwe yên piştî vê yekê wiha anî ziman: “Piştî qezayê dewletê dest danî ser motorsîkleta min û avêt gumrukê. Çendîn caran min serî li gumrukê da. Lê min nekarî motorsîkleta xwe bistînim. Ji ber vê yekê ez pir mexdûr bûm. Ji ber ku min di derbarê vê yekê de tiştekî bidest nexist wek deyn min motorsîkletekî sitand.”

Fatma Ekîncî diyar kir di gel vê rewşê ew mecbûr e zarokên xwe bibe dibistanê. Ekîncî dûvre wiha pê de çû: “Dema ku ez bi sendeliyeke normal dikevim rê milê min dêşên. Ez mihtacê sendeliyeya bi aku me. Xweda û Pêxember ji wan kesên ku dê alîkariya me bikin razî bibe. Xweda me wek astengdar da dinê lê di gel her tiştê hemd ji xweda re.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.