Heyama berxanînê ya ku mizgîndarê demsala biharê ye dest pê kir

Heyama berxanînê ya ku mizgîndarê demsala biharê ye dest pê kir

Digel destpêkaheyama berxanînê ya ku wek mizgîndarê demsala biharê tê dîtin rûyê xwedîyên heywanan kenîye.

Li Diyarbekir heyama zayîna heywanan dest pê kir ku ev heyam di nav gel de wek mizgîndarê demsala biharê tê wesfandin. Digel destpêka çêbûna kahrik û berxikan xirecira xwedîyê heywanan jî zêde bû, lê dîsa ew ji ber vê yekê şad û bextewar in.

Kesên ku heywanan xwedî dikin berî roj derkeve dest bi karê heywanan dikin û hetanî derengîyê şevê jî bi heywanan re mijûl dibin. Bi vî awayî gelekî zêde zehmetî û azar dikşînin;lê belê dema ku kahrik û berxikan hembêz dikin ew betlandin û azar  ji holê radibe û kêfxweşîya vê yekê xwe di rûyên wan de xwe nîşan dide.

Bo berxika hînî diyên xwe bibin wanan digel diyên xwe di axûrekê cûda de nêzî 24 seatan digel hev dihêlin û dû re jî wan ji hev cûda dikin.

Hanîfî Kahramanê ku şênîyê gundê Kabasakala Erxanîya Diyarbekirê ye û bi karê heywanan mijûl dibe derbarê mijarê de destîşan kir wextê berxanînê ya ku wek mizgîndarê demsala biharê tê zanîn wan kêfxweş dike.

Kahraman di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de wiha axivî: Berxik di mehên gulan û tîrmehê de çêdibin. Dema ku di demsala zivistanê de çêdibin wek mizgîndarê biharê tên hesibandin. Ger heywan bi şiklekî baş bên xwedîkirin wê demê mih heta 2-3 berxan tînin. Em ji dewletê alîkarîyeke hindik distînin. Serê heywanê 25 lîre didin me. Niha li ser navê min 300 heywan qeydkirîne. Divê desteka ku serê heywanê tê dayîn 100 lîre be. Çûwala êm bûye 40 lîre.”

Kahraman di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi saya wê desteka 300 mihan a ku dê dewlet bide problema goştê sor ji holê rabe û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Çi qas destek bê dayîn ev yek him bo li feydeya xelkê û him jî li feydaya dewletê ye. Rewşa hinek însanên ku li navendê bajaran dijîn nebaş e; bi zehmetî debara xwe dikin, lê belê ger werin gund bi ya min ew ê ev yek  baş bibe. Em debara xwe bi heywanan dikin Ger 300 mihan bistînin û xwedî bikin ev yek ji çandina 300 donim erd çêtir e. Di cotkarîyê de zêde kar tuneye. Mazot, gubre û wekî din gelek mezref heye. Him jî îsal hişkesalî heye ku ev yek jî tesîrî me dike.”

ÎLKHA
















































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.