Heyeta Kerwana Umûdê bi Qeymeqamê Derbendîxanê re hevdîtin kir

Heyeta Kerwana Umûdê bi Qeymeqamê Derbendîxanê re hevdîtin kir

Kerwana Umûdê ya ku li herêma erdhaja ku li ser sînora Kurdistana Iraq-Îranê pêk hat lêkolînên xwe didomîne bi Muhammed Nasîh Hesenê Qeymeqamê Derbendîxana ku lê di erdhejê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir û pê re hevdîtin kir.

Qeymeqam Hesenê ku heyetên Kerwana Umûdê, IHO-EBRAR Û Yetîm-Dera Ewrûpayê di meqamê xwe de pêşîwazîkir heyetan derheqê erdhejê de agahdar kir.

 “Pêdîvî zêdetir ji alîkariya neqdî re heye”

Hesen di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew tespîtên xisarê dikin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Her roj ji derên cuda daneyên cuda tên. Hinek mal gelek zêde zirar dîtine.30 kesên ku giran birîndar bûne hene. Hinek kes jî sivik birîdar bûne hene û ew jî di malên xwe de tên dermankirin. 3 nexweşxaneyên me hene. Ji van tev de 2 nexweşxane tev de xera bûne û yek jî divê bê tamîrkirin. Di 5 mektebên me de xisar heye; lê belê di wan de perwerdehî berdewam dike. 15 mektebên me gelek zêde zirar dîtine û di 13 mektebên me de jî zirareke hindik pêk hatiye.Divê ew jî bên tadîlatkirin. Ji ber ku li navçm 3 jeneratorên me yên avê zirareke mezin dîtine em zehmetiya avê dikşînin. Li navçê gelek hilweşîn çêbûne. Ji bo ev mal ji nû ve bên çêkirin zêdetir ji alîkariya naqdî re pêdivî heye.”

Arîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Umûdê Cemal Çinar jî derbarê mijarê de diyar kir ew ev 3 roj in ku li herêma erdhejê lêkolînan dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me bo birînên mexdûran bipêçin kampanyayek da destpêkirin û  bi navgiriya saziyên alîkariyê yên temsîlkarên Tirkiye û Ewrûpayê em alîkariyan belav dikin û em ê van xebatênx we bidomînin.”(ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler