Hikûmeta Kurdistana Iraqê derbarê êrîşa nîjadperest a li Trabzonê de daxuyanî da
Hikûmeta Kurdistana Iraqê derbarê êrîşa nîjadperest a ku li Trabzonê li geştyarên Kurd hat kirin de daxuyanî belav kir û destnîşan kir ew ji ber vê êrîşa ku hatiye kirin xemgîn in.
Ji teref Hikûmeta Kurdistana Iraqê ve derbarê êrîşa nîjadperest a ku li Trabzonê li geştyarên Kurd hat kirin de daxuyanîye hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ew ji ber vê êrîşa ku hatiye kirin xemgîn in.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hinek geştyarên Kurdistanî dema ku xwestine bi ala Kurdistanê sûret bigirin êrîş li wan hatiye kirin û dû re hatine binçavkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin “Ala Birêveberîya Herêmî ya Kurdistanê li Iraqê alakî qanûnî ye û berî niha jî dema ku lijneyên Kurdistanî li Tirkîyê hatin ezimandin li balafirgeh û salonên pêşîwazîkirinê ve hatiye daleqandin.”
Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin ji ber bûyera ku pêk hatiye ew xemgîn in û ji bo geştyarên Kurdistanî bên berdan ew ê bi rayedarên Tirkîyeyî re têkevin pêwendîyê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.