Hikumeta Xezzeyê ji çapemenîya navneteweyî re bang kir: Xeberên êrîşê bikin!

Hikumeta Xezzeyê ji çapemenîya navneteweyî re bang kir: Xeberên êrîşê bikin!

Ofîsa Medyaya Hikumeta li Xezzeyê, ji çapemenîya navneteweyî re bang kir ku bila qedexeye têketina ji Xezzeyê re heye bê rakirin û bûyerên êrîşên li herêmê têne kirin jî bikin xeber.

Di daxuyanîya ku ji teref ofîsê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ev bû şeş meh e ji çapemenîyê re astengî tê kirin, civaka navneteweyî jî ji vê biryarê re bêdeng dimîne û ew vê bêndengîyê şermezar kirin.

Bal hat kişandin ku ev qedexe îxlalkirina fikir û azadîya îfadê ye, dîsa hat ragîhandin îşxalkeran qetlîmên xwe ji dûrê qemereyan li dar dixin.

Hat diyarkirin ji têketina çapemenîya biyanî re jî astengî tê nîşandan û li Xezzeyê heta niha 130 rojnameger hatine qetilkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.