Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

Hilberînerên fistiqan li benda desteka dewletê ne

Li Rihaya ku di van salên dawî de lê hişkesalîhakim e, hilberînerên fistiqan diyar kirin ji ber ku ew nikarin darên xwe yên fistiqan av bidin rekolteya fistiqan kêm bûye. Ji ber vê yekê hilberîner ji dewletê alîkariyê teleb dikin.

Li Rihaya ji sedî 50ê pêdiviya fistiqan a Tirkiyê tedarik dike û di van salên dawî de lê hişkesalî lê hakim e hilberînerên fistiqan bi derd û kûl in. Hilberîner diyar kirin ji ber ku ew nikarin darên xwe yên fistiqan av bidin rekolteya fistiqan kêm bûye û ji ber vê yekê jî bihaya fistiqan gelek zêde bûye. Ji ber vê yekê hilberîner ji dewletê alîkariyê teleb dikin.

Serokê Komeleya Fistiqvanan a Rihayê Muslum Durmaz di daxuyaniya ku derheqê mijarê da de destnîşan kir fistiqa terr a ku kîloya wê sala çûyî bi 7 wereqan bû îsal derketiya 13 wereqan. Durmaz dû re wiha got: “ Çawa ku ji bo genim, ceh û pembû destek tê dayîn, bi heman awayî divê ji bo hilberîna fistiqan jî destek bê dayîn. Em vê yekê ji dewletê teleb dikin. Ger di vî warî destek û piştevaniyeke wisa bê kirin ez bawer dikim ku ew ê di wan di temamê erdan de erdên ku kerî tiştekî nayên de jî fistiq bên çandin.”

Cotkarên bi navê Necmî Çelîk, Abdullah Marik û Alî Aslan û her wiha komisyonvanê bi navê Alî Albayrak jî derheqê mişkîleyên ku di warê hilberandina fistiqan tên dîtin û derheqê zehmetî û problemên ku ew bi xwe bi wan re rûbirû dimînin de gazinên xwe anîn zimên û gotin divê ji cotkaran re destek bê dayîn, ger destek neyê dayîn ew ê di taliyê de keda wan a 30 salane  tev  ber avê re biçe.

ÎLKHA


































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.