Hinek weşan û qanûnên ku malbatê hedef digrin hene

Hinek weşan û qanûnên ku malbatê hedef digrin hene

Prof. Dr. Sefa Saygili, derbarê girîngîya malbatê de îfade kir ku di salên dawî de li Tirkîyê malbat li rasta gelek talûkeyan tê û yek ji wan talûkeyan jî kêmbûna zewacê û zêdebûna telaqê ye.

Prof. Dr. Sefa Saygili, destnîşan kir ku li walatê me her ku diçe rêjeyên berdanê zêde dibin û ev yek talûkeyek zaf mezin e, lewra zewac esasê civakê yê herî mihîm e û lazim e ev esasê girîng bê mihafezekirin.

Ji teref Komeleya Mamosteyên bi Şiûr (ÖĞ-DER) ya Şaxa Entabê yekem car Şûraya Perwerdehîyê hat tertîbkirin. Prof. Dr. Sefa Saygili, beşdarî şûrayê bû û di warê zêdebûna telaq û kêmbûna zewacê de ji ÎLKHAyê re nirxandinên girîng kir.

Saygirli îfade kir ku di salên dawî de malbat li marûzî pirsgirêkên mezin dimîne û wiha got: “Malbatên me di nava pirsgirêkên mezin de ye. Malbat ji çar alîyan ve tê bombebarankirin. Ji bo malbat bê hilweşandin her tişt tên kirin. Însan aqil davêjin. Li hember jinan bûyerên bi şidet zêde dibe. Jin dikarin mêrê xwe tehrîk bikin. Bi kurtasî em dikarin vê bibêjin zêde zêde rageşî heye.”

“Êdî ciwanên me naxwazin bizewicin”

Mamoste Saygili, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna berdan û kêmbûna zewacê û wiha got: “Rêjeyên berdanê zaf pir bûn. Berê me malbat wek tiştekî bi rûmet qebûl dikirin û malbatên me destnedayî bûn. Berê me digotin malbat li ba me “bi qewet”e. Mixabin êdî em nikarin vî tiştî bibêjin. Her diçe berdan zêde dibe heman maye rêjeyên berdanê, rêjeyên zewacê derbas bike. Ne tenê di warê berdanê de êdî ciwanên me naxwazin bizewicin. Her ku diçe emrê zewacê mezin dibe. Rewşa qîz û kuran eynê ye. Êdî çawa hejmara kesên dizewicin û hevdû berdidin pir be jî hejmara ciwanên me yên nazewîcîye jî zêde dibe. Ev tev derdixin holê ku bê rewşa malbatê di bin qrîzek mezin de ye.”

“Hinek weşan û qanûnên malbatê hedef digrin hene”

Saygili, destnîşan kir ku yasaya bi navê parstina malbatê ya ku bi hejmara 6284an ya ku ji teref Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ve hat amadekirin rejeyê berdanê zêdetir kiriye û wiha got: “Hinek weşan û qanûnên malbatê hedef digrin hene. Li ser navê parstina jinan jina derdixin ser mêran û dirûm ralûketir dibe. Qanûna bi hejmara 6284an heye. Heger jin bi gotina xwe bibêje “zilam tade li min kir” ev bese. Mehkeme ewceyî li zilam guhdarî kirinê nake û wî 6 mehan ciza didin wî û wî ji malê dûr dixin. Heger dirûma vî însanî ne misaît be wê 6 meha çawa bike? Dema zilamek 6 meha neçe malê ji xwe ji malê sar dibe. Bi vî awayî malbat xira dibe. Lazim e ji bo van tiştana dedbîr bên girtin.”   

Saygili, bal kirşand ser rêze fîlîmên bê exlaq û tewra çapemenîye û îfade kir ku lazim e çapemenî di vî warî de baldar be û weşanên malbatê mihafeze dike bikin.

“Dema malbat bextewar be wê çaxê civak û ferd tev bextewar dibin”

Saygili, îfade kir ku divê malbat bê mihafezekirin û wiha got: “Lewra malbat bingeha civakê ye. Dema malbat saxlem be wê çaxê civak jî saxlem dibe. Dema malbat bextewar be di heman wextê de civak jî bextewar dibe. Dema malbat li hev bikin zarokên di wê malbatê de mezin dibin jî wê bextewar bin. Ew kesên bextewar wê bextewarîya xwe ji zorên xwe û zarokên wan jî wê ji zarokên xwe re bibêjin.”

“Divê programên piştgirîya malbatan bên kirin bên amadekirin”

Sahgili, destnîşan kir ku tenê ji bo rêjeyên reytîngan bernameyên malbatê hildiweşîne tên amade kirin û wiha got: “Ji xwe bernameyên zewacê zaf xelet bûn. Ji xwe gelek ji wan mîzansen bûn. Ew bernameyana ne ji bo zewacê hebûn tenê ji bo temaşevanan dihat amadekirin. Di televîzyonan de û di rêze fîlîman de têkiliyên zaf xelet pêşkêş dikin û her wekî bibêji binerin li xerbê van têkiliyana hene û malbat nayê hilweşandin. Dixwazin van bê exlaqîyana bi gel bidin qebûlkirin. Tenê ji bo komkirina temaşevanan, ji bo zêdekirina reytîngan ev tiştên xelete. Divê di cî de di vê mijarê de tiştên hewceye bên kirin.”

“Divê çapemenî dest bavêje vê mijarê”

Saygili, di dawîya beyanata xwe de bangî parastina malbat û civakê kir û îfa de kir ku  di vî warî de ji bo temamê STKyan wezîfeyên girîng heye û axaftina xwe wisa bidawî kir: “Divê medya jî di vî warî de rolekê bigre. Tiştin ji vê girîngtir divê Saziyên Sivîl di vê mijarê de roleke girîng bigrin. Divê qampanyayên malbatê diparêsin û di vî warî de semîner bên dayîn. Lazim e ji bo di navbera jin û mêran de li hev hatin bên çêkirin xebatên taybet bên kirin. Însanên roja me tenê xwe difikirin. Mixabin zewac li ser fedekarîya li hember hev tê damezrandin. Divê ev fedekarîya bê bi bîr xistin. Însan çiqan dixweze bigre belkî ew hebkî bidin jî meriv vê bi bîra wan bixin. Heger wisa be wê çaxwê malbatê bên mihafezekirin. Berya ciwan bizewicin lazim e ciwan di warê girîngîya malbatê de bên perwerdekirin û ji bo zêdebûna dabeşbûna malbatê gavên hewceye bên avêtin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.