Hollanda destûra rûniştinê da pirranîya FETOyîstan

Hollanda destûra rûniştinê da pirranîya FETOyîstan

Hat ragihandin Hollanda destûra rûniştinê da exlebeyê wan FETOyîstên ku ji Tirkîyê revîyane û teleba strînê kirine.

Her ku diçe hejmar û rêjeya kesên ku bi rêyên dereqanûnî diçin welatên Ewrûpayê zêdetir dibin. Derket holê ku Hollanda destûra rûniştinê da exlebeyê wan FETOyîstên ku ji Tirkîyê revîyane û teleba strînê kirine.

Li gor xebera ku di NOSa televîzyona Hollandayê de hatiye weşandin piştî teşebûsa darbeya sala 2016an a li Tirkîyê her meh bi dehan kesên ku welatîyên Tirkîyê ne bo strînê serî li Hollandayê didin. Ji sedî 73yê van kesên ku FETOyîst in re ji teref meqamên Hollanda ve destûra rûniştinê hat dayîn. Wezareta Edalet û Ewlehîyê ya Hollandayê serîlêdanên welatîyên Tirkîyeyî yên bo strînê tesdîq kir û derbarê hejmara wan de tu daxuyanî neda.

Li gor agahîyan kesên ku ji Tirkîyê revîyane welatên Ewrûpayê herî zêde guzergaha bi navê Rêya Behra Spî ya Rojhilat bi kar anîne.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler