HUDA PAR: “Berîya her tiştî divê xelkê siwîl zirarê nebîne”

HUDA PAR: “Berîya her tiştî divê xelkê siwîl zirarê nebîne”

Navenda Giştî yê HUDA PARê derbarê mijarên girîng ên di rojevê de daxuyanîyên girîng da û derbarê operasyona Efrînê de hat destnîşankirin dibê “Berîya her tiştî divê xelkê siwîl zirarê nebîne.”

Di daxuyanîya nivîskî ya ku li ser Navenda Giştî ya HUDA PARê hat weşandin de  derbarê operasyona Efrînê ya ku berî vê 4 rojan hat destpêkirin de, derheqê dirêjkirina OHALê de û derbarê karkerên taşeron de daxuyanîyên girîng hatin dayîn.

“Berîya her tiştî divê xelkê siwîl zirarê nebîne”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê operasyona Efrînê ya ku bi navê “Çiqlê Zeytûnê” tê binavkirin û di 20ê Çileyê hat destpêkirin de hat ragihandin dibe ku ev operasyon bi şiklekek ciddî tesîrekê li temamê herêmê bike ku divê ji ber vê yekê temamê netîcêyên vê pêvajoya hessas baş bên hisabkirin. Di berdewama daxuyanîyê de wiha hat gotin: “Berîya her tiştî divê hewil bê dayîn da ku xelkê siwîl zirarê nebîne. Meseleyên Îdlîb û Efrînê netîceyên şerên qirêj a rejîmeke zalim û armancên emperyalîstan a li herêmê ye. Yekî ji van ji ya din re pazarkirin an jî kirina alternatîfê him problemê çareser nake û him jî dê bibe sedem ku emperyalîst li wê derê mayîndetir bibin. Îro ji ber ku welatên herêmê van tiştên ku rû dane di nav xwe de çareser nekirine û bo çareserkirina problemê bangî dewletên mîna Rûsya û Amerîkayê kirin ev netîce derketine holê ku di vê yekê de jî şiphe jî tuneye.”

 “Êdî bûye zarûrî ku temamê baregehên Amerîka yên li welêt bên asêkirin”

Di berdewama daxuyaînîyê de hat destnîşankirin eşkere ye ku Amerîka û Rûsya ji xwe pê ve ne dostên tu kesî ye û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Divê êdî rayedarên hikûmet û dewletê dev ji dîtina Amerîka wek muttefîk berdin. Digel vê yekê êdî bûye zarûrî ku temamê baregehên Amerîka yên li welêt bên asêkirin ku hebûna van baregahan li welatekî xweser nayê. Em hêvî dikin ew welatên ku Amerîka vexwandin Sûrîyê û wî li wê derê bi cî kirine fêmkiribin ka Amerîka bo temamê herêmê xetereke çawa ye.”

“PYD ji temsîlkirina Kurdan pir dûr e, lewra dûrî nirxên xelkê ye û zextan li xelkê Kurd dike”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin kirina hevkarîyeke bêsînor a PYD bi Amerîka re di serî de ji Kurdan re û her wisa ji temamê welat û milletên heremê re bûye sedema xetereyeke mezin û dû re weha hat gotin: “Ew PYD li wan derên ku pêşî li ser navê rejîmê bi dest xist û dû re li ser navê Amerîka xiste bin hakimîyeta xwe ji bilî xwe tu kesî qebûl nekir, nehişt li wê derê bijîn, Kurdên ku wek wan nedifikirîn qetil kir, nehişt ku birêxistinî bibin û wan ji herêmê ajot. PYD ji temsîlkirina Kurdan pir dûr e, lewra dûrî nirxên xelkê ye û zextan li xelkê Kurd dike. Hal û heqîqet wisa ye, lê digel vê yekê divê neyê jibîrkirin ew beyan û sepanên ku temamê Kurdan wek PKK/PYDê wek hev dibînin dê bibin sedemên netîceyên gelekî giran. Divê dîsa bê zanîn  kesê ku dê li wê derê mayînde bibe ne Amerîka, ne Rûsya, ne rejîma Esed û ne jî PYD/YPGya ku li dijî nirx û bawerîyên xelkê şer dike ye. Kesê ku dê li wê derê mayinde bimîne xelkê ku xwedîyê wê derê ye.”

Di berdewama daxuyanîyê de her wisa derbarê sepana OHALê de jî hat ragihandin berê sepanên OHALê ji dewletê hatine vegerandin li xelkê û dû re wiha hat gotin: “Bo pêşîya îhlalên heqan bê girtin divê dawî li OHALê bê anîn.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.