HUDA PAR çû taziya malbatên ku zarokên wan di loda pembûyê de jiyana xwe ji dest dan

HUDA PAR çû taziya malbatên ku zarokên wan di loda pembûyê de jiyana xwe ji dest dan

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz û heyeta pê reçûn taziya malbatên ku zarokên wan li Rihayê di loda pembûyê de jiyana xwe ji dest dan.

Di wan rojên borî de  li Rihayê 3 zarokên bi navê Harun  Tekdag(14), Alî Tekdag(12) û Huseyîn Tekdag(14) di nav lodê pembû ya di nav erd de razabûn ji ber bêhewatiyê fetisîn û jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê rewşa elemnak û kovadar heyeta HUDA PARê  çûn gundika Karagoza gundê Ulucanlarê û beşdarî taziyê bûn.

Mehmet Yavuzê Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê li cihê taziyê serxweşiyê da malbatên zarokan ji malbatan re sebrê niyaz kir û axavtineke kurt kir.

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir zarokên ku jiyana xwe ji dest dane bêsûc û bêgubeh in û ji ber vê yekê jî  em bawer dikin ku ew cennetî ne. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew masûm in, înşallah ew cennetî ne. Xweda sebrê bide we. Hemd ji Xwedê re em Misliman in, em bawer dikin ew ê xwediyê emanetê rojekê rahije emaneta ku daye. Ev him îro jî dibe sibe jî dibe. Hemd ji Wî Xwedayê nimeta îmanê kiriye nesîbê me. Ji îmanê pê ve tu tişt nikare vê yekê îzah bike. Ger îman hebe îzaha hemû tiştî heye. Divê hinekî  em xwedî sebrê bin. Îsyan wesfê kesên ku Xwedê nasnakin e.”

 “Ew di nav pembû da di hêmeza dêyên xwe de bana jî ew dîsa miribana”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir musîbetên ku tên serê mirov û tengasiyên ku însan li rasta wan tên tev ji Xwedê ne  û ji ber vê yekê jî divê mirov isyan neke û bi samax be. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em bira û Misliman in. Derdê we derdê me ye, em êş û elemên we parve dikin. Ew di nav pembû da di hêmeza dêyên xwe de bana jî ew dîsa miribana. Tu çareyeke din tuneye. Ji ber vê yekê divê em zirarê nedin xwe. Îsyan taybetiya kesên Xwedê nenasin. Em Xwedê nas dikin. Xweda xwe û pêxemberê xwe bi me daye naskirin û nimeta îmanê ji me re îkram kiriye. Xweda amelên salih bike nesîbê me û di dîsa bike nesîbê me ku em di cennetê de li ba naskiriyên xwe bin. Ji bo ku em rihatiya cennetê bi dest bixin divê em ji wan musîbetên ku tên serê me sebir bikin. Dema ku rihetî û xweşî bû para me jî em ê şikir bikin. Em ê zanibin ku tev ji Xwedê hatine.”

ÎLKHA

















HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.