1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. HUDA PAR dê beşdarî hilbijartinan nebe
HUDA PAR dê beşdarî hilbijartinan nebe

HUDA PAR dê beşdarî hilbijartinan nebe

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mahmut Şahîn diyar kir ew wek partî biryar standine ku beşdarî hilbijartinên mehelî yên di 31ê Adara 2019an de nebin.

A+A-

HUDA PAR bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew ê beşdarî hilbijartinên mehalî ya di meha adarê de nebin. Daxuyanî ji teref Mahmut Şahînê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de Şahîn di bîran xist ku ew berî niha beşdarî hilbijartinên mehelî û parlementerîyê bûne.

“HUDA PAR qerar daye ku beşdarî hilbijartinên mehelî ya di 31ê Adara 2019an de nebe”

Şahîn di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew biryar dane ku beşdarî hilbijartinan nebin û ev qerara wan ne qerara boykotê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di encama netîceya îstîşareya ku ji teref Lijneya me ya Îdareya Giştî ve bi teşkîlatan re hat kirin de  biryar hat dayîn ku em beşdarî hilbijartinên mehelî yên di 31ê Adara 2019an de nebin.”

Şahîn di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir ew vê qerara xwe bo gihaştina hedefên dahatûyê dane û ew hêvî dikin ku ev qerara wan ji bo welat û gel bibe wesîleya xêran.

ÎLKHA

Bu haber toplam 732 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.