HUDA PAR dê mîtînga “Em li Qudsê xwedî derdikevin” tertîp bike

HUDA PAR dê mîtînga “Em li Qudsê xwedî derdikevin” tertîp bike

Ew ê ji teref HUDA PARê ve di 17ê Kanûnê roja yekşemê li Meydana Îstasyona Diyarbekirê qerara Amerîka ya naskirina Qudsê wek paytexta sîyonîstan îşxalker bê protestokirin.

Hat ragihandin ew ê ji teref HUDA PARê ve di 17ê Kanûnê roja yekşemê li Meydana Îstasyona Diyarbekirê qerara Amerîka ya naskirina Qudsê wek paytexta sîyonîstan îşxalker bê protestokirin.

Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu  derbarê mîtînga ku dê bê tertîpkirin de daxuyanî da û diyar kir Quds xeta sor a ummeta Îslamê ye.

Tanrikulu di daxuyanîya ku da de diyar kir serokê Amerîkaya emperyalîst piştî ku Qudsê wek paytexta sîyonîstên îşxalker îlan kir re ev yek di nav alema Îslamê de bû sedema înfîaleke mezin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Misliman li her derê, hema hema li temamê welatên Îslamê û  li gelek derên Ewrûpayê li dijî vê yekê bertekên xwe nîşan dan. Em di  heftîya pêşîya me de roja yekşemê mîtîngeke mezin tertîp bikin. Bo vê yekê me xebat dan destpêkirin. Bi izna Xwedê em ê li Qada Îstasyonê mîtîngeke bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” tertîp bikin. Quds xeta me ya sor e,  nirxa hevpar a însanetî û ummeta Îslamê ye. Bi milyonan birayên me yên Fîlîstînî  yên ku ji teref çeteyên sîyonîst ve ji axên xwe hatine derxistin,  wek penaber li derveyî welatê xwe dijîn. Qet nebe bo ev birayên me vegerin welatên xwe û bo Amerîka û îsraîl ji qerara xwe ya hevpar vegerin divê em xebatan bikin û divê em vê yekê têxin rojeva raya giştî.”

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ew ê di çarşema pêşîya me de welatên ku endamên Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ne bicivin û divê di wê civînê de endamên welatên Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ne qerarên girîng bistînin.

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de derbarê mijarê de wiha axivî: “Em hêvî dikin ku qet nebe divê civînê de Teşkîlata Hevkarîya Îslamê temamê pêwendîyên  çandî, leşkerî û sîyasî yên bi Amerîka û çeteyên sîyonîst re ji ber çavan derbas bikin. Em jî wek partîyên sîyasî hewil didin li gor îradeya xelkê xwe gavan bavêjin. Tiştekî ku ji destê me bê hebe em dikin û em ê bikin jî. Îş bi tenê xelas nabe. Ji ber vê yekê divê Teşkîlata Hevkarîya Îslamê û hemû kesên xwedî wijdan di vê mijarê de gavinan bavêjin.”

Tanrikulu di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ê wek HUDA PARê yekşema heftîya pêşîya me mîtîngeke bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” tertîp bikin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek HUDA PARê vê mîtîngê tertîp dikin. Em di vê bergehê de sazîyên civakî yên siwîl ziyaret bikin û em ê wan vexwenin mîtîngê. Xelkê me xwedî hessasîyetê ye û berî niha jî di daxuyanîyên çapemenîyê de vê hessasîyetê nîşan daye. Ez bawer dikin ew ê xelkê me nîşanî me bide ka li Qudsê çawa xwedî tê derketin û ew ê bi dengeke coş biqêrînin.”(ÎLKHA)
















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.