HUDA PAR: Destdirêjîya Yemenê ne ji xêrê re ye

HUDA PAR: Destdirêjîya Yemenê ne ji xêrê re ye

Partîya Doza Azad, derbarê êrîşên li Yemên de îqazên grîng dan. Di daxuyaniy nivîskî ya ku ji navenda partîyê hat belavkirinde, hat îqaz kirin ku ev midaxeleya eskerî ya ku di pêşîvantîya Siûdî de pêkhatîye, ne ji xêrê re ye. Wê şer û pevçûnên di navbera

Derbarê midaxeleya eskerî ya ku di pêşîvantîya rejima siûdî  û bi desteka dagirkerê Emrîkayê li ser welatê Yemenê pêkhatîye de Partîya Doza Azad HUDA PARê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HUDA PARê de wiha hat gotin: Ev midaxeleya eskerî ya ku di pêşîvantîya Erebîstana Siûdî de li ser Yemenê pêkanîne, wê di nava ometê de bibe sedema fitneyan û şer û pevçûnên dijwar. ev midaxeleya eskerî ne ji xêrê re ye û herî talûkeye.

Daxuyanîya niviskî wiha pê de çû û ev hişyarî hat kirin: Li dijî çima Hûsîyan îdare bi dest xistine, herekete eskerî ya ku pirê wê ji welatê xalîçê pêktê, di nav de gelek welatên îslamê jî hey e, wê li welêt bibe sedema şer û pevçûnên dijwar yên di navbera şîî û sunnîyan de.

Di daxuyaniya nivîskî ya HUDA PARê de wiha hat ragihandin: Wekî çawa di mesela Sûrîyeyê de, di serî de Îran, Tirkîye û Siûdî û hemû welatên îslamê ku ev rewşa wanî xerab li pêş çavaye, welatên ku ji vê rewşê ders negirtine, dixwazin fîtneyek nû derxin. ev tevger û hereketa nayê qebûl kirin.

Di daxuyaniyê wiha hat pêşniyarkirin:Li gelek welatan xelkên misilman, digel mezhep û meşrebên cûda bi hevre di jîyaneke aştîyanebûn û di micadeleya îktîdarê de di asasê mezheban de dibine maşe û şer dikin. Em vê rewşê şermîzar dikin û wan mehkûm dikin.

Daxuyanî wiha hat domandi: Welatên ku heta niha ji bê hizûrî û pevçûnên ku dinava Yemenê de diqewimîn re bê deng di man, îro jî bi destek û destûra emperyalîstan biryara midaxeleyê dane. Ev gaveke ku bi nîyeta xerabe hatîye avêtin.

Ev welatên ku darbeyê dikin bihane û midaxeleyê dixin rojevê, ew desteka wanî ku bi rêxistinî ji darbeya Misrê re dikirin li holê ye. Ev jî derdixe pêş çavan ku ji bo berjevendiyên xwe dikin.

Di dawiya daxuyaniya HUDA PARê de ev hat ragihandin: Em wek HUDA PARê, van pevçûnên navxweyî yên di asasê mezheban de û midaxeleyên mîhraqên derve yên ku van pevçûnan gur dikin, rewşek talûke û xetere dibînin. Em hemû hêlan îqaz dikin û dawetî baldarîyê dikin ku ji van fîtneyan re nebin alet.

Em wek HUDA PARê, dîsa bibîrdixin ku çawa ji bo mesela Sûrîyeyê jî me îqaz kiribû lê guh nedabûn îqaza me. Divê îro ji vê rewşa Sûrîyeya ku di nava candayîn û xerabûnan de xerq bûne de ders û îbret bên stendin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.