HUDA PAR di derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng da

HUDA PAR di derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng da

ENQERE - HUDA PAR di derbarê mijarên mîna berdana wezîfê ya Serokwezîr Ahmet Davutoglu, parêzbendiya parlementeran û di derbarê têkilîyên bi Îsraîlê re de nirxandinên girîng kir.

Di nirxandina rojevê ya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hatiye kirin de mijarên mîna berdana wezîfê ya Serokwezîr Ahmet Davutoglu, parêzbendiya parlementeran, Îslamafobî û di derbarê têkilîyên bi Îsraîlê re de daxuyaniyên girîng hatin dayîn.

Di nirxandina ku di derheqê Serokwezîr Ahmet Davutogluyê ku dev ji wezîfeya xwe berdaye de hatiye kirin de  hat diyarkirin divê meseleyên di nava partiyê de  nekevin pêşîya meseleyên welat û pêwîst e ku berjewendiyê şexsî û siyasî  menfeaata civatê derbas neke.Dû re di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “ “Ew kesên birêvebir ên ku bi rayên xelkê hatine îqtîdarê divê wê emaneta ku li ser milên xwe girtine di çarçoveya nirx, teleb û maslahata civatê de bînin cî.Di rayedara tasarruf û îdareyê de ya muhîm ew ê ku ev tişt bi çi awayî tê bikaranîn.Bi gotineke din ji teref kî ve tê bikaranîn ji bi çi awayî tê bikaranîn ne mûhîmtir e. Pêwîst e ku bipêşanî vê yekê diyar bikin; ev guhartina ku di nava partiyeke ku hêzê di destê xwe digre de pêk tê divê nebe qeyrana hikûmet û dewletê ku ev yek jî ji hêla çanda me ya siyasî ve muhîm e.”

Parêzbendî tenê ji bona parlementeran tê bidestxistin  ku ev yek him ji hêla naverokê ve û him jî ji hêla wext ve bi îsabet nebûye

Her weke ku tê zanîn îro di her qademeya vê sîstema îro de wezîfedar hene ku parêzbendiya wan jî hene û ji ber vê parastinê di derheqê wan de tu muamele nayê kirin. Ji ber vê yekê ew hevdîtinên parêzbendiyê yên ku  tenê ji bona parlementeran tê bidestxistin him ji hêla naverokê ve û him jî ji hêla wext ve bi îsabet nebûye.Ji bona ku ev geşedaniyên mîna vê dernekevin holê divê meseleya parêzbendiyê bi şikleke tevahî bê bidestxistin û her wiha pêwîst e guhartininan bên kirin da ku rayeya kirina sûcê û muameleya kêfê ji tu kesî re neyê dayîn.

 “Îsraîl bûye mîna xençerekî ku di dilê ummeta Îslamê de hatiye daçikandin”

Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de geşedaniya ku di derbarê Îsraîlê pêk hatiye de nirxandin hat kirin û bi vî awayî hat ragihandin: “Tirkiyeya ku bi vetoya xwe ji îsraîlê re di derbarê têketina NATOyê bi salane dibû asteng digel rakirina vetoyê astengî li ber Îsraîlê nema û Tirkiyê bi vê gava ku avêt deriyê NATOyê ji Îsraîlê re vekir. Îsraîl wek xençereke ku di qelbê ummeta Îslamê de hatiye daçikandin.Ev tasarrufa Tirkiyê  ew ê ji vê xençerê re rihetî û meşrtiya navneteweyî bide qezenckirin.Em vê gava ku ji teref Tirkiyê ve hatiye avêtin ji bona pêşeroja ummetê û ji bona aştiya heremê gaveke pir bi xeter dinirxînin.Ev rewş ne tenê raya giştî ya Tirkiyê bi heman awayî ummeta Îslamê jî rencîde kir û hêvî û umûdên ku bi Tirkiyê ve hatibûn girêdan  hejiyan.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.