HUDA PAR: Divê destheqê asxarî bibe 2 hezar û 350 TL û ji bacê bê muafgirtin

HUDA PAR: Divê destheqê asxarî bibe 2 hezar û 350 TL û ji bacê bê muafgirtin

Di nirxandina rojevê ya heftîyane ya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat kirin de hat destnîşankirin “Divê destheqê asxarî bibe 2 hezar û 350 TL û ji bacê bê muafgirtin.”

Di daxuyanîya ku hat ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat belavkirin de derbarê destheqê asxarî, rêzefîlmên mafyatîk û tesîrên wan ên li ser civakê, qezaya trêna bi sûret û derbarê pergala nû ya îmtîhanê de nirxandinên balkêş hatin kirin.

“Heqê kesê ku bi destheqê asxarî dixebite divê herî kêm 2 hezar û 350 TL be”

Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê kesên ku bi destheqê asxarî dixebitin de hat diyarkirin salene bacên nerasterast ne di nav de 3 hezar û 350 TL tê standin ku ev yek ne wicdanî ye  û dû re wiha hat gotin: “ Ew kesê ku bi destheqê asxarî dixebite ji bo zikê xwe têr bike temamê pereyên xwe xerc dike, lê ev yek têra wî nake ku ji ber vê yekê ew kesê ku bi destheqê asxarî dixebite ji bo karibe debara xwe bike dikeve bin deynan. Ger qet heqê bacê ji van kesan neyê girtin bi xwe jî ev kes dîsa bi şikleke zêde destekê didin hêza xerckirinên qamûyî.  Ew budçeya ku di meclîsê de tê gotûbêjkirin divê bê revîzekirin û divê destheqê asxarî ji bacê muaf bê girtin. Bi vî awayî ew ê kesên ku bi heqê asxarî dixebitin piçekî rihet bibin. Heqê kesê ku bi destheqê asxarî dixebite divê herî kêm 2 hezar û 350 TL be.”

“Ciwan û zarok wan qehremanên di rêzefîlman de ji xwe re wek model distînin û di bin tesîra wan de dimînin”

Di berdewama daxuyanîyê de qala tesîr û zirarên wan rêzefîlmên nebaş û mafyatîk hat kirin û dû re derbarê mijarê de wiha hat gotin: “ Ew rêzefîlmên ku di televîzyonan de tên weşandin li ser exlaq û bawerîya civakê taxrîbateke ku dê neyê başkirin dike. Nexasim ciwan û zarok wan qehremanên di rêzefîlman de ji xwe re wek model distînin û di bin tesîra wan de dimînin.”

 “Ew rêzefîlmên ku derdora mafyatîk û alozîyê pêk tînin zirareke mezin didin hesta edaletê ya ku civakê li ser pîyan digire”

Di berdewama daxuyanîyê de bal hatin kişandin li ser zêdebûna wan rêzêfîlmên ku di nav xwe de helwestên çekdarî û tundîyê dihewînin û dû re wiha hat gotin: “ Ew rêzefîlmên ku di nav xwe de tundî û hereketên ççekdarî dihewînin di sala 2000î de derketin holê û di sala 2005an de gelek zêde bûn. Zarok di heyama xwe hînbûna exlaqê de di bin tesîra taxrîbata van rêzefîlman de dimînin û ev yek jî dibe sedema zirarên gelekî mezin. Ji ber vê sedemê  zarok û ciwan zen dikin ku ger însan tund be, pev biçe, hişk be ew ê di nav civakê de jê re hûrmet bê nîşandan û ew ê jê re qedr û qiymet bê dayîn. Ew rêzefîlmên ku derdora mafyatîk û alozîyê pêk tînin zirareke mezin didin hesta edaletê ya ku civakê li ser pîyan digire.”

Di dawîya daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin “Divê RTUK derbarê wan rêzefîlm û fîlmên ku dibin sedema xerabûna asayîşê û însanan ber bi dorhêla anarşîyê ve dikşînin de tiştên pêwîst bike.”

Ji bo temamê metna daxuyanîyê bitikenin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.