HUDA PAR êrîşa ku ji teref sîyonîstan ve li Mescîda Eqsayê hatîye kirin şermezar kir

HUDA PAR êrîşa ku ji teref sîyonîstan ve li Mescîda Eqsayê hatîye kirin şermezar kir

Partîya Doza Azad ji ber êrîşa ku ji teref sîyonîstan ve li Mescîda Eqsayê hatîye kirin bi daxuyanîyeke nivîskî şermezar kir.

Partîya Doza Azad di daxuyanîya ku weşand de êrîşa ku hatîye kirin şermezar kir û bang li gelê mislimanan kir da ku ji vê êrîşa ku hatîye kirin re bertekeke hevpar nîşan bidin.

Di daxuyanîya ku hatîye dayîn de hat destnîşankirin ku wan wek Partîyê wê xebera êrîşa ku ji teref îsraîlê îşxalker ve hatîye kirin bi xemgînî hîn bûne.

Di berdewama daxuyanîya ku hatîye dayîn de wiha hat ragihandin: “Ji bona ku sîyonîst îsraîl nikaribe van êrîşên xwe bidomîne divê misliman di qadên siyasî, îktîsadî û di qada eskerî de bi quwwet bibin.Ev tişt jî bi pêkanînan yekîtîya îslamê mimkin e.”

Di dawîya daxuyanîyê de wiha bang li mislimanan û welatên îslamê hat kirin: “Em vê êrîşa ku  ji teref çeteyên îsraîl ên sîyonîstan ve hatîye kirin  tel’în dikin.Her wiha ji bona ev êrîşên ku tên kirin bi dawî bibin em bangê li gelê mislimanan û welatên îslamê dikin da ku bi hevdu re bertekê  ji vê rewşê re nîşan bidin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.