HUDA PAR Fetha Diyarbekirê pîroz kir

HUDA PAR Fetha Diyarbekirê pîroz kir

DİYARBEKİR - HUDA PAR digel bernameya ku tertîp kir fetha Diyarbekirê pîroz kir.Di bernameyê de hat diyarkirin Kurd bi Îslamê bûne xwedî şeref û tu kes wê nikaribe Kurdan ji Îslamiyetê dûr bixe.

Bernameya pîrozkirinê li Salona Werzîşê ya Girtî yê Seyrantepeya navçeya Yenîşehîrê hat tertîpkirin.Rayedarên partîyan, nûnerên STKyan, alim û rîspî û her wiha xelk beşdarî bernamê bû.

Axavtina  vekirinê ya bernamê ji teref Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê ve Şêxmûs Tanrikulu ve hat kirin.Tanrikulu di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir Kurd piştî ku bi Îslamê muşerref bûn re bi şikleke samîmî xwedî li Îslamê derketin û qet ji Îslamê re îxanet nekirin.

 “Taybetiya herî mezin a Kurdan ji Îslamê re xwedîderketine”

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de diyar kir temamê însanan ji Hz. Muhammed re muxtac in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî ku Kurd bi Îslamê re muşerref bûn re bi mewqî û meqamên ku bi dest xistine û digel dewletên ku damizrandine di dilê ummeta Îslamê de bûne xwediyê ciheke girîng.Artêşa Îslamê ji bilî çend pevçûnên biçûk di sala 639an de Diyarbekirê fetih kirin.Di sedsala 20an de dema ku Ereb, Faris û Tirk berê xwe ji Îslamê vedigerandin, alim û şêxên me li Îslamê xwedî derketin.Dîrok ji van qiyamên ku mezinên me kirine re şahid e.Ji bo Osmaniyan ji holê rabikin kesên Îttîhad û Terakkîvan li dijî Îslam û şîarên wê şer vekirin.Mislimanên ku li Tirkiyê û Kurdistanê dijiyan li rasta zilma rejîma Kemalîst hatin û bi sedan kes ji wan hatin şehîdkirin.Lê qet serê xwe li ber xwe netewandin û ew ê netewînin jî.Rejîma Kemalîst ji bona ku Kurdan bike laîk ev bû qernek ku hewil dide.Lê hemd ji Xweda re ku bi serneketin.Taybetiya herî mezin a Kurdan ji Îslamê re xwedîderketine.”

“Ew kesên ku digotin ew ê ji Kurdan re azadiyê bînin, Kurdan wek mîhên qurban avêtin ber celladan”

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel hilweşîna dewleta Osmanî Kurd bûn 4 parçe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zilma herî mezin ji teref îdarevanên xerbê ve di bin navê xerbîbûnê de li Kurdan hat kirin.Kurd, li Iraq,Sûrî, Tirkiye û li Îranê ji heqên xwe yên însanî yên bingeh hatin mahrum hiştin, ji bona wan perwerdeya bi zimanê zikmakî hatiye astengkirin, axavtina Kurdî ji wan re hatiye qedexekirin.Lê tê zanîn ku Kurd li ber dijminên Îslamê digel hevdû sekinîne.Îdarevan  îxanet kirin û vê îxaneta xwe didomîn.Em di qerna 21emîn de dijîn ku di vê qernê de zimanê Kurdî wek zimanê perwerdehiyê û wek zimanê fermî ya duyemîn nayê qebûlkirin.Em ê doza wan heqên bingeh ên ku ji teref Xweda ve hatine dayîn her tim bikin.Di vî warî de tu kes ji me re nikare bibe asteng.Pergela Kemalîst û xerbiyên ku nikaribûn Kurdan ji Îslamê dûr bikin rêxistinên hevkar ên mehelî înşa kirin.Ew rêxistinên  ku 40 sal e dibêjin em ê ji Kurdan re azadiyê bînin, Kurdan wek mîhên qurban avêtin ber celladan.Ev pêvajoya dawî ji vê re mînak e.Ew rêxistina sosyalîst li van deran dê nikaribe belav bibe.Li van axan xwîna şehîdên me û xweydana alimên me heye.Heta ku ev hebin kafir dê nikaribin li van deran hakimtiyê bikin.”

 “Kemalîzm û Apoîzm di warê Kurdan ji îslamê dûrkirinê de bira ne”

Piştî axavtina Tanrikulu, Arîkarê Serokê Giştî  yê HUDA PARê Saîd Şahîn axavtinek kir,Şahîn di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir fetha Diyarbekirê li Anadolê destpêka belavbûna Îslamê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dîroka fetha Diyarbekirê ji teref hinek dîrokvanan ve tê şaşomaşo kirin, bi gotineke din xelet tê îzahkirin.Nexasim dîrokvanên ku pêwendiya van bi Mustefe Kemal re hene di  kitêbên ku di derheqê fetha Diyarbekirê nivîsandine de agahiyên derew didin.Qaşo artêşa Îslamê di dema fetihkirina Diyarbekirê de qetlîam kirine.Ew kes ji ber vê yekê di kitêbên xwe de dinivîsin ‘Diyarbekir bi qetlîamê hatiye fetihkirin.’Di rastiyê de Kemalîzm û Apoîzm di warê Kurdan ji îslamê dûrkirinê de bira ne.Kemalîstên Kurd ên ku pêwendiya wan bi Kemalîzmê re heye dîroka Kurdan li ser derewan ava dikin.Kesên sosyalîst jî ji ser van derewan ji Kurdan re propagandayê dikin.Di kitêbên ku ev bû 1300 sal hatine nivîsandin de qet qal nayê kirin ku Misliaman qetlîam kirine.Dev ji Diyarbekirê berdin, artêşên Îslamê dema ku  derekî fetih dikirin qetlîam nekirine.Lewra artêşên Îslamê bi qetilkirinê derekî fetih nake, ya ku fethe dike Îslamê. Kufur qetlîamê dike.Di dîroka Îslamê de qetlîam tune ye.”

 “Fetha Diyarbekirê fetheke wisa ye ku xelkê gihandiyê heqiyê”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir Kemalîzm û Apoîzm dîroka qetlîamê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dersim, Zîlan, Roboskî, Sunduz dîroka qetlîamê ya Kemalîzmê ye. Sûsa, Başbaglar, Durumlu  jî dîroka qetlîamê ya Apoîzmê ye.Qetlîamên sosyalîzm û komîznîzmê bi jimartinê xelas nabin. Komîsnîstê bi navê Polpot li Kamboçyayê nêzî 2 milyon însan qetil kir.Wehşeta xerbê li Ruanda, Afrîka û 4 aliyê dinyayê gelek qetlîam kirine.Lê belê qetlîameke tenê ya Îslamê nîne.Îslam bajêran ji destên zaliman standiye û teslîmî edaleta Îslamê kiriye. Fetha Diyarbekirê fetheke wisa ye ku xelkê gihandiyê heqiyê.Fetheke wiha ye ku Kurdistanê ji destên zaliman standîye û bi edalata Îslamê anîye ba hev.Dema ku artêşa Îslamê hat ber Diyarbekirê ve îdarevanên xaîn ên Kurdan bi Bîzansê re hevkarî kirin û li dijî Îslamê şer kirin.Îro jî bi heman awayî yên ku qibleya wan Moskova, Washîngton e êrîşî Îslamê dikin.”

 “Hewil didin ji Diyarbekirê re Moskova û Enqereyê bikin qible”

Şahîd di berdewama axavtina xwe de diyar kir hewil tê dayîn da ku Kurdan ji Îslamê dûr bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kemalîzm 90, Apoîzm jî 40 salî hewil da da ku Kurdan ji Îslamiyetê dûr bikin.Fetha Diyarbekirê ji bona Mekke û Diyarbekir bibe bira hat kirin.Artêşa Îslamê xwest Mekke ji Diyarbekir re bike qible.Lê Apoîzm û Kemalîzm hewl dide da ku Moskova û Enqere ji Diyarbekirê re bikin qiblê.Em bang ji wan kesan re dikin.Heta ku Enqere û Moskova Mekke ji xwe re wek qiblê qebûl neke Diyarbekir bi wan re nabe bira.Bila ev yek wisa bê zanîn.”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir Kurd digel Îslamê bûn xwedî izzet û nasnamê û wiha pê de çû: “Beriya Îslamê navê Kurdan tune ye, şexsîyetên ku perwerde kirine tune ye.Lê digel îslamê Kurdan Selahaddînê Eyyûbî, Xalidê Şehrezorî, Ehmedê Xanî, Şêx Sedî û Saîdê Nûrsiyan mezin kir.Ew kesên ku dibêjin Îslam Kurdan qetil kiriye di ya rastiyê de dixwazin Kurdan ji Îslamê dûr bikin.Kurd digel Îslamê him bûn xwedî şexsîyet û him jî di oxira Îslamê de hemû tiştê xwe feda kirin. Li dinyayê kêm millet hene ku bi qasî Kurdan fedakarî kiribin.Şexsîyetên xwe yên herî bi qiymet feda kirin.”

  “Heger ku ji nû ve biratî, hizûr û yekîtî tê xwestin adresa wê Îslam e”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku însan ji Îslamê dûr ketine hizûr nemaye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heger ji nû ve yekîtî, biratî û hizûr tê xwestin adresa vê yekê Îslam e.Bila ev jî bê zanîn çawa ku di paşarojê de Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî li ber wan kesên ku dixwastin fetha Diyarbekirê ango Îslamê xelas bikin re rabûbin, bi heman awayî îro jî li ber wan kesên ku dixwazin fetha Diyarbekirê ango Îslamê xelas bikin re Huseyîn, Aytaç, Selahaddîn û Yasîn radibin.Kurd di oxira Îslamê de canê xwe feda dikin.”

Şahîn di dawiya axavtina xwe de diyar kir HUDA PAR rihê fethe û hizûra Kurdistanê ye.(ÎLKHA)

 

















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.