HUDA PAR: Gotinên partîyên siyasî divê nebin sedema berberîyê

HUDA PAR: Gotinên partîyên siyasî divê nebin sedema berberîyê

HUDA PARê bi daxuyanîya ku belav kir balan kişand li ser rageşîya ku ji ber hilbijartinan derketiye holê û destnîşan kir “Gotinên partîyên siyasî divê nebin sedema berberîyê.”

Ji hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31ê Adarê de bên kirin re çend rojên jimartî man. Digel ku ji hilbijartinan re çend rojên hindik mabe jî rageşî û çgengeşîya di navbera partîyên siyasî de zêde dibe. Ji ber vê zêdebûna rageşî û gengeşîyê ya ku partîyên siyasî ji wan re dibe sedem ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

“Stratejîya propagandaya hilbijartinê dibê ne li ser dijmintîyê be”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin hat diyarkirin her ku ji hilbijartinan re wextekî hindik dimîne rageşî û genegeşî jî zêdetir dibe û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Ew gotin û uslubê siyasetmedaran di herbê bi xwe de li dijî dijmin bi xwe jî nayê nikaranîn. Divê asta siyasetê ev qas nekeve. Em wek HUDA PARê dîsa dibêjin tu fêdeya van gotin û ûsluban ji tu kesî re tuneye. Lewra gotinên partîyên siyasî divê nebe sedema berberîyê.”

“Divê gotin û zimanên lîderên partîyên siyasî di nav civakê de nebin sedema berberî û cûdakarîyê”

Di berdewama daxuyanîyê de hişyarî li lîderên partîyên siyasî hat kirin û dû re wiha dawî li daxuyanîyê hat anîn: “ Çawa ku hilbijartin ne qadên herbê bin bi heman awayî reqabet jî ne dijmintî ye. Ji bo ku dengekê zêdetir bistînin partîyên siyasî raqîbên xwe dikin şûna şeytên  ku ev yek ji tahrîk û provakasyonan re bingeh davêje. Divê neyê jibîrkirin ku ew ê hilbijêr piştî hilbijartinan jî digel hev bijîn. Divê gotin û zimanên lîderên partîyên siyasî di nav civakê de nebin sedema berberî û cûdakarîyê. Nexasim divê di van çend rojên dawî de haya xwe ji vê yekê bikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler