HUDA PARê ji bo qebrên Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî bang li hikûmetê kir

HUDA PARê ji bo qebrên Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî bang li hikûmetê kir

HUDA PARê ji bo qebrên Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî bang li hikûmetê kir û destnîşan kir ew telebên ku ji bo qebrên Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî tên kirin naxwazin bên dîtin.

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkriin de ji bo qebrên Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî  bang li hikûmetê hat kirin.

Erdogan berî niha derbarê Şehîd Muhammed Mursî de daxuyanîya “naaş”ê û derbarê Ahmet Kaya de jî daxuyanîya “cihê qebrê” dabû ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve ev daxuyanîyên Erdogan di bîran hat xistin û ji bo qebrên Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî bang li hikûmetê kir. Di banga ku hat kirin de hat daxwazkirin ku cihên qebrên Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî bên eşkerekirin.

“Ew telebên ku ji bo cihên qebrên Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî tên kirin hêj nayên dîtin”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di arşîvan de cihên qebrên Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî qeydkirîne û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Em jî beşdarî wê berteka heqdar ê Birêz Erdogan dibin; lê belê divê em di bîran bixin ku li Tirkîyê tiştên mîna van ên ku sebeba şermê ne hêj berdewam dikin. Nexasim ew îdeolojîya damezrîner ên Tirkîyê di heyamên xwe yên ewil de heyatê ji Ustad Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî re kir jehr ku cihê qebrê wî û yên Şêx Seîdê ku hatiye îdamkirin û hevalên wî hêj nediyar e. Qebreke wan tune ye ku nas û hezkirîyên wan biçin ziyareta wan û fatîhayekê ji wan re bixwînin. Ew telebên ku ji bo cihên qebrên Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî tên kirin hêj nayên dîtin. Di arşîvan de cihên qebrên Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî qeydkirîne û di vî warî de tu şek û şiphe tune ye. Serokomar Erdogan di mijara Şehîd Mursî de helwesta xwe nîşan da ku em hesasîyeta wî ya di van mijaran de dizanin. Em ji ber vê yekê dibêjin bila ew telebên ku di warê qebrên Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî de tên kirin bên dîtin û em teleb dikin ku di vî warî de gav bên avêtin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler