HUDA PAR ji qerara Lijneya Hilbijartina Bilind re bertek nîşan da

HUDA PAR ji qerara Lijneya Hilbijartina Bilind re bertek nîşan da

Arîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz û Xelef Yilmaz ji ser hisabên xwe yên medyaya civakîji qerara Lijneya Hilbijartina Bilind re bertek nîşan dan.

Di daxuyanîyên ku ji ser medyaya civakî hatin parvekirin de cî hat dayîn  van gotinan:

“Bi şikleke giran hereketkirina Lijneya Hilbijartina Bilind mirov dide fikirandin”

Xelef Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî û Berpirsê Teşkîlata HUDA PARê derbarê mijarê de destnîşan kir di warê têketina hilbijartinan de tu asteng û kêmasîyên partîya wan tuneye û ew bendewar in ku Lijneya Hilbijartina Bilind di nava vê hefteyê de vê xeletîyê sererast bike.

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Digel vê yekê, Lijneya Hilbijartina Bilind bo Partîya ÎYÎ ya ku nû hatiye damezrandin beşdarî hilbijartinan bibe di warê xwestina belgeyên pêwîst a ji dadgeha bilind bû seferber; lê belê heman Lijneya Hilbijartina Bilind di warê temamkirina têrdarîya HUDA PARê de giran hereket kir ku ev yek jî mirov dide fikirandin.”

M. Huseyîn Yilmazê Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Berpirsê Karên Hiqûqî derbarê mijarê de diyar kir evraqên kongreyên wan ên ku hatine kirin bi zanebûn ji dadgeha bilind re nehatin şandin, digel temamê astengkirinan ew ê bikevin hilbijartinê.

ÎLKHA




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.