1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. HUDA PAR: Li Êlihê 600 dikandar kepeng daxistin
HUDA PAR: Li Êlihê 600 dikandar kepeng daxistin

HUDA PAR: Li Êlihê 600 dikandar kepeng daxistin

Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê Davud Şahîn diyar kir di nav saleke dawî de li Êlihê 600 dikandar kepeng daxistin ku ev yek qeybeke mezin e.

A+A-

Ji teref Davud Şahînê Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê ve derbarê rewşa aborî ya dikandarên Êlihê de daxuyanîyek hat belavkirin. Şahîn di daxuyanîya ku belav kir de balan kişand li ser dikandarên ku ji ber tunebûna kar û problemên îqtîsadî kepengên dikanên xwe daxistine.

 “Li Êlihê 600 dikandar kepeng daxistin”

Şahîn di daxuyanîya ku da de destnîşan kir dikandarên me ji rojên zor û zehmet derbas dibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Mixabin Êlih di warê bajarên ku bêkarî lê herî zêde ye de di rêza 3yemîn de ye. Dikandar piştî ku tiştekî firotin nikarin dîsa wî tiştî bi heman bihayî bifiroşin. Lewra dema ku kiryar li bihaya nû dinêrin wî tiştî nakirin. Ev tev tesîr li ser dikandarên me dikin. Di encama vê pêvajoya neyînî de li Êlihê sala borî 600 dikandarên me kepengê dikanên xwe daxistin. Ev yek ji bo Êlihê qeybeke mezin e. Hinek ji wan nikarin kredîyên xwe bidin, hinek ji wan mexdûrê kirêyên zêde ne û zêdebûna bihaya berheman ev tev dikandaran dixin nava zehmetîyê.”

 “Divê ji dikandaran û xelkê herêmê re alîkarî bê kirin”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de de bang li hikûmetê kir da ku ji dikandaran re alîkarî bê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo dikandar û xelk ji vê qeyrana aborî xelas bibe û di warê aborîyê de pêşve biçe divê çareserî û polîtîkayên ku dê îstîhdamê zêde bikin bên kirin. Dewlet mecbûr e ku vê yekê bike. Divê ji dikandaran û xelkê herêmê re alîkarî bê kirin. Ger vê yekê neke ew ê çawa bibe? Ew îstîhdamên ku ji ser ÎŞKURê tên kirin demkî ne. Ango ne çareserîyên mayînde ne.”

ÎLKHA

Bu haber toplam 301 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.