HUDA PAR malbatên bi hisûmet li hev anî

HUDA PAR malbatên bi hisûmet li hev anî

Hisûmeta ku du navbera malbatên Haydaroglu û Şik de rû da bû bi navginîya HUDA PARê ji holê rabû û malbat li hev hatin.

Heyeta ku di nav de Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yilmaz û rsîpîyên herêmê  Mela Muzaffer  Karavîl û Hecî Helîm Çîçek û Suat Yaka di nav de bû bo malbatên Hecî Remezan Haydaroglu û Hecî Selahaddîn Şik li hev bînin çûn Gurbuza Hênêya Diyarbekirê û bi malbatan re hevdîtin kirin. Di encama hevdîtin û gotûbêjên ku hatin kirin de her du teref daxwza lihevhatin û aştîyê ya HUDA PARê qebûl kirin û li hev hatin.

 “Bûyerên bi vî awayî di civaka me de birînên kûr vedikin”

Piştî lihevhatinê Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê axavtinek kir û ji her du malbatan re ji ber ku li hev hatine teşekur kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Şênîyên vê derê bi izna Xweda dê ji îro pê ve nebînin. Lewra bûyerên bi vî awayî di civaka me de birînên kûr vedikin û bo hizûr û aramîya civakê gefeke mezin dixwin. Ez ji her du malbatên ku terefê aştîyê ne rixa dikim, wan tiştên ku berî niha qewimîne ji bîr bikin û wek bira digel hev bijîn. Her wisa ez dîsa rica dikim dema ku tiştek di nav me de rû da bêyî nîqaş û levdanê b i axavtinê meseleyên xwe hal bikin. Tiştên ku hûn nikarin di nav xwe de hal bikin bînin ba me, em pêkve wê meselê çareser bikin. Tu mesele tuneye ku bi axavtinê çareser nebe. Herî dawî ez dixwazim bibejim, Xweda ji temamê kesên ku keda wan di vê lihevhatinê de heye razî be.”

Ji rsîpîyên heremê Mela Muzaffer Karavîl jî di bernameya lihevhatinê de diyar kir tu feydeya tundî û pevçûnê ji tu kesî re nîne û dû re weha got: “Em tev Misliman in, em birayên hev in. Di Îslamê de rijandina xwîna birayan haram e. Heqê tu kesî tuneye ku qestî can, mal,namûsa însanan bike.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.