HUDA PAR: Pêwîst e li Yemenê agirbesteke bi lez bê tesîskirin

HUDA PAR: Pêwîst e li Yemenê agirbesteke bi lez bê tesîskirin

Di nirxandina rojeva derve ya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat kirin de derbarê şerê navxweyî ya ku li Yemenê berdewam dike de hat diyarkirin pêwîst e li Yemenê agirbesteke bi lez bê tesîskirin.

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê şerê navxweyî ya li Yemenê, derbarê jenosîd û qirkirina ku li Myanmarê tê kirin, derbarê êrîşên ku ji teref siyonîstan ve li Filistînê tên kirin û derbarê çend mijarên din de nirxandin hat kirin.

“18 milyon kes bi birçîbûn û nexweşîyan re rûbirû hatine hiştin”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê Yemenê de hat diyarkirin rewşa li Yemenê her ku diçe girantir dibe û dû re wiha hat gotin: “ Ew herba navxweyî û mudaxeleyên ku ji derve li Yemenê tên kirin qeyrana ku heye girantir dike û dibe astang ku sîwîl pêdivîyên xwe tedarik bikin. Halê hazir niha 18 milyon kes bi birçîbûn û nexweşîyan re rûbirû hatine hiştin û ew trajedîya ku pêk tê ji rojeva raya giştî ya Mislimanan hatiye derxistin. Pêwîst e ku li Yemenê agirbesteke bi lez bê tesîskirin û divê temamê sazîyên navneteweyî û Teşkîlata Hevkarîyê ya Îslamê bo Yemenê bikeve dewrê. Her wisa divê hikûmet di vî warî de destekê bide temamê gavên ku dê ji bo Yemenê bên avêtin û divê ji bo dawî li qeyrana li Yemenê bê anîn ji avêtina gavan teqsîr neke.”

 “Myanmar bi jenosîd û qirkirineke sîstematîk dixwaze nufûsa Mislimanan ji holê rabike”

Di berdewama daxuyanîyê de derbarê rewşa Mislimanên Arakanî yên ku li Myanmarê tên qetilkirin de hat diyarkirin dibê li hember qeyrana însanî ya ku pêk hatiye sazîyên navneteweyî bêdeng nemînin û dû re wiha hat gotin: “ Bi milyonan Mislimanên Arakanî yên ku ji wehşetan artêşa Myanmarê û çeteyên Rakhîneyê revîyane û welatê xwe terk kirine îro li Bangledeş, Tayland û welatên mîna van bi nexweşîyan û bi mirinê re rû bi rû mane. Di vî warî de ji bo mexdûrîyet bên çareserkirin ne Myanmar û ne jî Bangledeş gav navêtin û Myanmar bi jenosîd û qirkirineke sîstematîk dixwaze nufûsa Mislimanan ji holê rabike. Him raya giştî ya Mislimanan û him jî sazîyên navneteweyî divê êdî dawî li bêdengîya xwe ya li hember van îhlalan bînin û ji bo bi şikleke mayînde problem bê çareserkirin însîyatîfê bikar bînin.”

 “Alema Îslamê pêwîst e li dijî plana tasfîyekirina Fîlîstînê demildest tedbîran bistîne”

Di berdewama daxuyanîyê de derbarê êrîşên ku li Filistînê tên kirin de wiha hat diyarkirin: “Tîma sûîqestê ya artêşa siyonîstên îşxalker ji ser rêya bejayê ket Xazzê ku ji teref Mislimanan ve kemîn li ber wan hat danîn û dû re jî siyonîstên terorîst gelek êrîşên asimanî birin li ser Xazzê ku di van êrîşan de gelek Mislimanên Filistînî şehîd bûn. Ji alîyekî ve bi navbeynkarîya Misirê hevdîtinên qaşo yên aştîyê berdewam dikirin û ji alîyekî ve jî siyonîstên terorîst plana sûîqestê dikin ku sedema sereke ya vê yekê kirina merîyetê ya peymana îxanetê ye ku ev peyman wek peymana qernê dihat wesfandin. Ev peymana ku tê diyarkirin ji Trumpê Serokê Amerîkayê muhîm e û dê di naveyna du mehan de bê eşkerekirin, navê wê plana tasfîyekirina Filistînî ye. Alema Îslamê divê li dijî vê gava xaîn di her astê de tedbîr bên standin.”

 “Welatên Îslamê divê hêzên xwe bikin yek û ji bo li herêmê îstîqrar bê tesîskirin gavan bavêjin”

Di berdewama daxuyanîyê de bang li welatên Îslamê hat kirin û weha hat gotin: “ Em wek HUDA PARê bang li welatên Îslamê dikin ku bila tu ferqê nexin naveyna mezhep û qewman û hêzên xwe bikin yek û fersendê nedin mudaxeleya derve û meseleyên xwe di nav xwe de çareser bikin. Ger ev yek neyê kirin ew ê tiştên ku çareya wan tunebe pêk bên û alozî zêdetir bibin.”

Ji bo temamê metna daxûyanîyê bitikenin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler