HUDA PAR piştî erdhejê bi partiyên siyasî yên li Kurdistanê rehevdîtin kir

HUDA PAR piştî erdhejê bi partiyên siyasî yên li Kurdistanê rehevdîtin kir

Piştî erdheja ku Silêmaniya Kurdistana Iraqê jê re wek navend bû re rayedarên HUDA PARê yên ku bi partiyên siyasî yên li herema Kurdistanê re têketin têkiliyê ragihandin ku ew bo alîkariyê amade ne.

Îsa Aydinê Endamê GÎKê yê HUDA PARê destnîşan kir  ew wek HUDA PARê piştî erdheja ku Silêmaniya Kurdistana Iraqê jê re wek navend bû re bi partiyên siyasî re derbarê mijarê de hevdîtin kirine û diyar kirin ew bo alîkariyan amade ne.

Aydin diyar kir ew bi Selîm Koyiyê endamê Dîwana Serokatiya Komel, Ehmed Kehrebeyê endam Konseya Serokatiya Bizutnawa Îslamî û bi temsîlkarên Hîzbê Îslamî û PDKê re hevdîtinin kirine û derbarê erdheja ku pêk hatiye de nirxandinan kirine. Aydin her wisa diyar kir di hevdîtinên ku hatine kirin de wan destnîşan kirine ku ew wek HUDA PARê bo alîkariyan amade ne.

Her wisa piştî erdheja ku pêk hat Weqfa Alîkariya Însanî Kerwana Ûmudê û IHO EBRAR jî daxuyaniyek dan û diyar kirin ew hazirî dane destpêkirin da ku alîkariyan bigihîjînin  herêma erdhejê.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.